Xwenîşandanên Stenbolê: 172 kes hatin girtin

26-03-2025
RÛDAW
Nîşan Stenbol Xwenîşandan Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 6 rojên dawî de di xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoğlu de 7 ji wan rojnameger 172 kes hatin girtin.

Her wiha vê sibehê di serdegirtinên malan de li Stenbol û Bursayê jî, ku di nav de endamên Eğitim Senê jî hene gelek kes hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku akademîsyen Levent Dolek ku piştgirî da boykotên ku ji aliyê xwendekarên zanîngehan ve destpê kirine, jî hatiye desteserkirin.

Di demekê de ku protestoyên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu berdewam dikin, di saetên sibehê de li Stenbol û Bursayê gelek kes hatin desteserkirin ku di nav wan de jî gelek akademîsyen jî hene.

Di pêla desteserkirinê ya di sibehê de, hat ragihandin ku hin akademîsyenên endamên Sendîkaya Karkerên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) ku piştgirî dabûn boykotên ku ji aliyê xwendekarên zanîngehan ve hatibûn destpêkirin jî hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku rojnameya Evrenselê veguhastine, di nav kesên ku hatine desteserkirin de akademîsyenê Zanîngeha Stenbolê Levent Dolek jî cih digire.

Heta niha ji aliyê dezgehên fermî ve daxuyaniyeke berfireh a derbarê operasyonan de nehatiye dayîn.

172 kes hatin girtin

Li aliyê din, di protestoyên ku piştî desteserkirin û girtina Ekrem Îmamoğluyê ku ji ser wezîfeya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû dûrxistin dest pê kiribûn de, ji 1418 welatiyên ku hatibûn desteserkirin 172 ji wan  kes hatin girtin.

Daxuyaniya ÇHDyê

Li gorî daxuyaniya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), di protestoyên ku 19ê Adarê dest pê kiribûn de ji kesên ku hatibûn desteserkirin 177 kes hatin girtin.

176 kes jî li birêvebiriya polîsan a parêzgehê û Qereqola Gayrettepeyê tên girtin. 61 kes jî bi biryarên curbicur ên kontrola dadî serbest hatin berdan.

7 rojnameger hatin girtin

Navên rojnamegerên ku hatine girtin wiha ne:

Bulent Kiliç - Nûçegihanê Wêneyan

Kurtuluş Ari - Nûçegihanê Wêneyan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê

Yasin Akgul - Nûçegihanê Wêneyan ê AFP (Agence France-Presse)

Ali Onur Tosun - Nûçegihanê NOW TV

Zeynep Kuray - Rojnamegera Serbixwe

Hayri Tunç - Nûçegihan

Gokhan Kam - Nûçegihanê Wêneyan ê Şaredariya Bakirkoyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst