Îmamoglu: Li vî bajarî dayikên bi Kurdî diaxivin û nikarin bi Tirkî biaxivin hene

06-03-2024
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ragihand ku li Stenbolê dayikên ku bi Kurdî diaxivin û nikarin bi Tirkî biaxivin hene.

Îmamoglu herwiha got, “Dibe ku mirovên bedew ên vê axê yên Tirkî nizanin hebin lê wan ji min hez kiriye. Ev yek hêjayî hemû cîhanê ye.”

Namzedê CHPyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku ji sala 2019an ve şaredarê Stenbolê ye, di bernameya televîzyonekê de derbarê rojeva Tirkiyeyê axivî.

"Li vî bajarî bi sedhezaran welatiyên me yên Kurd hene"

Ekrem Îmamoglu bal kişand ser rewşa beşek ji Kurdên ku li Stenbolê dijîn û got:

“Dibe ku mirovên bedew ên vê axê yên Tirkî nizanin hebin lê wan ji min hez kiriye. Ev yek hêjayî hemû cîhanê ye.

Berpirsiyariya min ew qasî zêde ye. Li vî bajarî bi sedhezaran welatiyên me yên Kurd hene.

Li vî bajarî dayikên me yên ku bi Kurdî diaxivin û nikarin bi Tirkî biaxivin hene.”

Îmamoglu çend roj berê çûbû pêşangeha resamê Kurd Ahmet Guneştekîn û stranbêja Kurd Rojda jî li wê derê çend stran gotibûn.

Min cara yekem bi zindî guhdariya Rojdayê kir"

Namzedê CHPyê yê Şardariya Bajarê Stenbolê behsa wê çalakiyê jî kir û got:

“Min cara yekem bi zindî guhdariya Rojdayê kir. Gelek bandor li min kir.

Zêmarek got. Min fêm nekir lê çavên min tije bûn.

Xweda biparêze, serkeftinên wê berdewam bin. Çi dikin di hilbijartinan de dibêjin tu Kurd î? Ji Deryaya Reş î? Ji vê derê yan ji wê derê yî? Koka te ya etnîkî çi ye?

Cihêkarî, dijberî û cûdakirin... Ev milet ji hev hez dike birayê min. Xweda cuda nake. Tu çima cuda dikî?”

Ekrem Îmamoglu sala 2019an bi rêjeya ji sedî 52yê dengan li beramberî namzedê AK Partiyê bi ser ket û bû Şaredarê Stenbolê.

Dengderên HDPyê yên Stenbolê ku piraniya wan Kurd in û derdora ji sedî 10ê dengên wan hene piştavaniya Îmamoglu kiribû.

Lê DEM Partî ku berdewamiya HDPyê ye, di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li Stenbolê bi namzedên xwe beşdar dibe û vê carê piştevaniya Îmamoglu nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst