Erdogan 10 girtî efû kirin

30-03-2025
RÛDAW
Nîşan Efûkirin Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, cezayê 10 girtiyên nexweş ên ku ji tawanên cuda ceza wergirtibûn efû kirin.

Biryara Serokkomariya Tirkiyeyê ya efûkirina cezayê 10 girtiyên nexweş roja 29ê Adarê di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Li gorî biryarê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya xala 104emîn a Destûrê de cezayê 10 girtiyên nexweş efû kir.

Di çarçoveya biryarê de û li gorî rapora Saziya Bijîşkiya Dadî cezayê Alî Dînç ji ber “xurifîbûnê”, cezayê Kenan Karataş ji ber “seqetiyê”, cezayê Ziya Yılmaz ji ber “nexweşiya berdewam û xurifîbûnê”, cezayên Gulden Aşik, Hulkî Nas, Abdulkadîr Ekîngen û Hamît Çoklu ji ber “nexweşiya berdewam” û cezayên Ugur Eper, Şehmus Alpsoy û Ayhan Kaba ji ber “nexweşiya berdewam û seqetiyê” hatin efûkirin.

Şehmus Alpsoy û Hamît Çoklu di doza Hizbulahê de cezayê heta hetayê wergirtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst