Hevberdevkê HDKyê: Di xwenîşandanan de êriş û heqaret li Kurdan tên kirin

26-03-2025
RÛDAW
Nîşan Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Alî Kenanoglu Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevberdevkê Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Alî Kenanoglu got, “Di xwenîşandanan de êriş û heqaret li Kurdan tên kirin.”

Hevberdevkê Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Alî Kenanoglu li ser hesabê xwe yê Xê derbarê xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu axivî.

Kenanoglu di parvekirina xwe de got:

“Ew faşîstên ku li Saraçhaneyê êrişî Kurdan û Sosyalîstan dikin kî ne?

Di xwenîşandanên ku ji hefteyekê ve li Saraçhaneyê û bajarên din tên kirin de, bi zanebûn êriş û heqaretên provokatîf li dijî Kurdan û Sosyalîstên ku hevaltiyê bi Kurdan re dikin tên kirin.

Li gorî çavdêriyên hevalên me, ev kes nêzîkî 150 kesî ne lê bi awayekî rêxistinî tevdigerin û endamên Partiya Zaferê ne.

Tê dîtin ku tevahiya beşdaran wekî wan tevnagerin û dema ku navê Demîrtaş û DEM Partiyê li ser dikê tê gotin, çepik jî ji bo wan tên lêdan.

Faşîstên nijadperest ên Partiya Zaferê ji her rojên destpêkê ve ji ber ku DEM Partiyê piştgirî dida xwenîşandanan beşdar nebûn, paşê çi guherî, DEM Partî venekişiya lê ev faşîst hatin qadê da ku êrişî Kurdan û Sosyalîstan bikin û heqaretan li wan bikin.

Eşkere tê dîtin ku armanca wan ne piştgirî, provakasyon e.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku 19ê Adarê bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKKyê” û gendeliyê hat desteserkirin, 23ê Adarê ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin.

Piştre ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji karê xwe hat dûrxistin.

Îro jî di hilbijartina Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de Nurî Aslan bû wekîlê Ekrem Îmamoglu.

Baroya Stenbolê îro raporek li ser kesên ku di xwenîşandanan de hatine desteserkirin belav kir.

Li gorî raporê ji 21ê Adarê heta roja 6emîn a xwenîşandanan 20 ji wan zarok bi giştî 447 kes hatine desteserkirin û 177 ji wan hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst