Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku hejmara kesên ku di xwenîşandanan de hatine desteserkirin gihiştiye hezar û 418 kesan.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê xwenîşandanên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (Saraçhaneyê) daxuyaniyek belav kir.
Alî Yerlîkaya hejmara kesên ku ji 19ê Adarê ve di xwenîşandanan de hatine desteserkirin jî belav kir.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Ji 19ê Adara 2025an ve di xwenîşandanên derveyî qanûnê de heta niha hezar û 418 gumanbar hatine desteserkirin.
Niha 979 gumanbar di bin çavdêriyê de ne û îro 478 kes dê derkevin pêşberî dadgehê.
Li hemberî wan kesên ku hewl didin kolanaa terorîze bikin, êrişî nirxên me yên neteweyî û manewî û polîsên me bikin, dê ti tavîz neyê dayîn.
Carekê din wan kesên ku îxanet li dêya rehmetî ya Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî kiriye şermezar dikim.
Hêzên me yên ewlehiyê bi hêza ku ji qanûnê werdigirin, şev û roj ewlehî û aramiya miletê me yê ezîz diparêzin û dê biparêzin jî.”
Xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse