Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em dê hesabê bêhiqûqiyê dîsa di nav hiqûqê de bipirsin.”
Piştî ku dadgehê biryara girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu da li Stenbolê xwenîşandan tên kirin.
Serokkomar Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Bernameya Fitarê ya bi Xortên Xwendekarên Zanîngehê re ya ku li Salona Pêşangehê ya Gel a Beştepeyê hat lidarxistin de axivî.
Recep Tayyîp Erdogan bal kişand li ser xwenîşandanên ji bo protestokirina girtina Îmamoglu û got:
“Em dê hesaba bêhiqûqyiyê dîsa di nav hiqûqê de bipirsin. Em dê dîsa li ser bingeha meşrû bimînin û êrişên dijî demokrasiya xwe berteref bikin.
Me ev welat li kolanan nedîtiye, em bi hêsanî heta van rojan nehatine.
Em dê vî welatê bihûşt ku di her bostekî wê de şêrek radizê teslîmê terora kolanan nekin.
Em bangî her kesî dikin ku bila sînorên xwe bizanin, dengeyê biparêzin, ji sînora di navbera lêgerîna mafan û heqaret û vandalîzmê de derbas nekin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse