Li Stenbolê 7 rojnameger hatin girtin

Duh li 06:40
RÛDAW
Nîşan Xwenîşandan Stenbol Rojnameger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgerê ku li dosyaya rojnamegerên desteserkirî dinihêre, ewil biryara tedbîra kontrola dadî û paşê biryara şandina bo girtinê da.

Dadgehê biryar da ku 7 rojnameger bên girtin.

Piştî lêpirsînên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dest bi çalakiyan hat kirin.

Rojnamegerên ku ew çalakî dişopandin duh bi tohmeta "dijberiya qanûna civîn û meşên xwenîşandanan" hatibûn desteserkirin, karûbarên wan ên li navenda ewlehiyê qediyan.

Hêzên ewêehiyê rojnameger şandin Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê.

Dozger biryar da ku rojnameger Yasîn Akgul, Alî Onur Tosun, Bulend Kiliç, Zeynep Kuray, Kurtulus Ari, Gokhan Kam û Hayrî Tunç bi şertê kontrola dadî bên berdan.

Lêbelê piştî demeke kin dozger biryara xwe guherand û hemû rojnameger bi daxwaza girtinê şandin Dadweriya Cezayê Aştiyê.

Dadgehê biryar da ku rojnamegerên Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Hayrî Tunç, Gokhan Kam, Alî Onur Tosun, Bulend Kiliç û Kurtulus Ari bên girtin.

Li gel rojnamegeran, nêzîkî 30 kesên ku duh û îro hatin desteserkirin jî hatin girtin.

Derbarê hinek welatiyên din biryara tedbîra kontrola dadî û berdan hat dayîn.

Lêpirsînên li dadweriyan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst