Rojnamegerên MA û Yenî Yaşamê hatin desteserkirin

23-04-2024
Nîşan Rojnameger MA Yenî Yaşam Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbol û Enqereyê polîsan bi ser malên rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê (MA) rojnameya Yenî Yaşamê de girt.

Hat zanîn ku herî kêm 5 rojnameger hatine desteserkirin.

MAyê di nûçeyekê de ragihand ku polîsan vê sibehê li Enqereyê bi ser mala nûçegihanê wan Mehmet Aslan de girtiye û ew desteser kiriye.

Nûçegihana MAyê Esra Solîn Dalê jî li Stenbolê hatiye desteserkirin.

Li aliyê din, rojnamegerên Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, Salîha Aras û Yeşîm Alici jî li Stenbolê hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst