Li Stenbolê 18 kes hatin desteserkirin

16-06-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Cemaeta Gulen Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, îro 16ê Hezîranê bi hinceta “endamtiya Cemaeta Gulen” 18 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de îro 16ê Hezîrana 2023ê li Stenbolê bo desteserkirina 21 kesan operasyonek da destpêkirin.

Di operasyonê de bi hinceta “endamê Cemaeta Gulen”in 18 kes hatin desteserkirin.

Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê hatin birin. Bo desteserkirina 3 kesên din jî operasyon berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst