Hewlêr (Rûdaw) – Tê îdiakirin ku Serokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş dê berî Cejna Remezanê were berdan.
Parêzerekî Demîrtaş li ser îdiayê anî ziman, “Di her dem û seetê de, ji aliyê hiqûqî ve îhtimal heye ku Demîrtaş were berdan.”
Piştî banga danîna çekan û fesixkirinê ya Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan çav li pêşhatên nû yên li ser pêvajoya nû ne.
Serokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve girtî ye piştî wê banga Ocalan, navê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan anîbû û gotibû:
“Ji bo ku ev sê rêberên ji bo aştiya Tirk-Kurdan a li Rojhilata Navîn însiyatîf wergirtiye serkeftî bin, çi ji destê min bê ez dê zêdetir bikim.”
Piştî van gotinan ev demek e di beşek ji medyayên Tirkiyeyê de û hinek kesayet îdia dikin ku dê Demîrtaş berî Cejna Remezanê were berdan.
Roja çarşemê parêzer Abdurrahman Karabulut jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyekî Selahattîn Demîrtaş belav kir û got:
“Înşallah cejnê dê di nav me de be.”
"Îhtimal heye ku Demîrtaş were berdan"
Yek ji parêzerên Demîrtaş, Mahsûnî Karaman li ser îdiayan ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.
Kahraman ragihand ku wan jî cara yekem ew îdia bihîstine û anî ziman:
“Di her dem û saetê de, ji aliyê hiqûqî ve îhtimal heye ku Demîrtaş were berdan.
Lê ti agahiyên me nînin ku dê filan rojê were berdan.
Biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene.
Tirkiyeyê jî heta niha ev biryarên binpêkirinê pêk neanîne.
Tenê li gor vê yekê û bi vê referansê dikare her kêlî biryara berdanê were dayîn.
Em bi salan e vê dixwazin lê hîn jî ti pêşhat çênebûne.”
Parêzerekî din ê Demîrtaş jî got, “Me agahiyeke wiha nebihîstiye.”
Suleyman Demîrtaşê birayê Selahattîn Demîrtaş jî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
"Dibe ku sibe, dibe ku ji sibe nêzîktir! Înşallah. Helbet rojekê dê ev neheqî bi dawî bibe.
Em dê baweriya xwe zindî bihêlin lê ev ne hevokeke ku ez li ser agahiyeke şênber dinivîsîm.
Tişta pêwîst ew e ku ev demildest were kirin."
Belki yarın, belki yarından da yakın.
— Suleyman Demirtas (@slymndmrts) March 26, 2025
Hadi inşallah!
Selahattîn Demîrtaş 4ê Kanûna Pêşîn a 2016an li gel Hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê û 9 parlamenterên HDPyê bi îdiayên “damezrandina rêxistina tawanan”, “endamtiya rêxistina terorê”, “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” û “li ser navê rêxistinê kirina tawanan” hatibû desteserkirin û piştre bi biryara dadgehê hatibû girtin û ji bo Tîpa Fya Girtîgeha Edîrneyê hatibû birin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sala 2018an biryar dabû ku divê Demîrtaş were berdan lê Recep Tayyîp Erdogan jî derbarê vê biryarê gotibû:
“Ev biryar me girê nade. Em dê gava xwe ya dijber biavêjin û vî karî biqedînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse