Li Mûşê 4 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin

15-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mûş Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê hêzên ewlekariya Tirkiyê destwerdan di daxuyaniyeke çapemeniyê de kirin û 4 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) desteserkirin.

Çend roj berê li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê  di operasyonekê de 11 ciwan bi hinceta ku beşdarî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer bûne hatin desteserkirin ku 23ê Kanûna 2022an di êrîşeke çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya ya li Parîsê de hatibû kuştin.

Îro roja Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an rêveberiyên Mûşê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û  Partiya Çepên Kesk (YSP) xwestin destserkirina wan ciwanan   protesto bikin.

Hevserokê Şaxa HDPê yê Mûşê Savci Arslan di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ew 11 ciwan bi awayekî nehiquqî hatine desteserkirin û daxwaza azadkirina wan kir.

Polîsan destwerdan di daxuyaniya çapemeniyê de kirin û 4 endam û rêveberên HDPê desteser kirin.

Li gor zanyariyan Hevseroka Şaxa HDPê ya Mûşê Bermal Nergîz jî di nav kesên destserkirî de ye.

Kesên ku hatine desteserkirin ji bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Mûşê hatin birin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi taybetî piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulenê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta endamtî û alîkariya PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst