Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Dadgeha Stenbolê 6 rojnamegerên ku hatibûn desteserkirin bi hînceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Polîsan serê sibeha 17ê Kanûna Paşîn a 2025an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Stenbol, Wan û Mêrsînê bi ser hinek malan de girtibû.
Di encamê de rojnameger Necla Demir, Rahime Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglu hatibûn desteserkirin.
Polîsan di çarçoveya heman lêpirsînê de li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê bi ser navendên Marti Produksiyon û Guncel Produksiyonê de girt û dest danî ser kompîter û hard dîskên her du ajansan.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, piştî karûbarên lêpirsînê hêzên ewlehiyê rojnameger Necla Demir, Rahime Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekin birin Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê.
Her wiha Reyhan Hacioglu ya di encama heman lêpirsînê de li Wanê hatibû desteserkirin û Vedat Oruç ê ku li Mêrsînê hatibû desteserkirin bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî dozê bûn.
Dadgeha Stenbolê bi hînceta "endamtiya rêxistinê" derbarê her 6 rojnamegeran de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.
Di dozê de nûçe û bernameyên ku rojnamegeran çêkirine jî wekî tawan hatine hesibandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse