Li Tekîrdagê 5 kes bi hinceta PKKê hatin desteserkirin

14-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tekîrdag PKK Partiya Çepên Kesk Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyê di operasyonekê de 5 kes hatin destserkirin. Beşek ji kesên desteserkirî endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk (YSP) ne.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, îro Çarşemê 14ê Hezîrana 2023an hêzên ewlekariya Tirkiyê di demjimêrên sibehê de li bajarê Tekîrdagê bi operasyonekê ser çend malan de girtin.

Di operasyonê de 5 kes bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin destserkirin.

Hat ragihandin ku beşek ji kesên destserkirî endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk (YSP) ne.

Kesên desterkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Tekîrdagê hatin birin û Dozgeriya Tekîrdagê jî derbarê dosyeyê de biryara nihênîbûnê da.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi taybet piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulenê  hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta endamtî û alîkariya  PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst