Başak Demîrtaş: Ez dixwazim bibim berbijêra şaredariya Stenbolê

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Başak Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Îrfan Aktan ragihand ku hevjîna Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaşê gotiye ku eger DEM Partî jî guncav bibîne ew dixwaze bibe berbijêra Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

Rojnameger Îrfan Aktan li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku Başak Demîrtaşê li girtîgeha Edirneyê hevdîtin bi hevjînê xwe Selahattin Demîrtaş re kiriye.

Bi gotina Îrfan Aktan, Başak Demîrtaşê piştî hevdîtina bi hevjînê xwe re, biryar daye ku eger DEM Partî jî guncav bibîne ew dixwaze bibe berbijêra Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

Îrfan Aktan got:

“Me bi Başak Demîrtaşê re hevdîtin kir ku duh çûbû serdana hevjînê xwe Selahattîn Demîrtaş.

Başak Demirtaşê got ‘Eger DEM Partî guncav bibîne, ez dê berbijêriya şaredariya Stenbolê binirxînim.

Partiya me DEM Partiyê heta niha ji bo berbijêriya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tiştek ji min re negotiye lê eger gel bixwaze û partiya me jî guncav bibîne ez dikarim bibim berbijêr.’

Bi vê awayî me piştrast kir ku eger DEM Partî pêşniyar bike Başak Demirtaş dixwaze bibe bebijêr.”

Îrfan Aktan herwiha da zanîn ku Başak Demîrtaşê gotiye, “Di vê rewşê de, em dê ne ji bo aliyek serbikeve an jî aliyek winda bike bikevin pêşbaziyê lê em dê bikevin pêşbaziyê ji bo li Stenolê em serbikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst