Di navbera AK Partî û CHPyê de rola dengdêrên Kurd û DEM Partiyê

15-02-2024
Omer Sonmez
Li Stenbolê sêyemîn hêza herî mezin Kurd in
Li Stenbolê sêyemîn hêza herî mezin Kurd in
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol DEM Partî Kurdên Stenbolê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – AK Partî piştî 5 salan ji bo careke din şaredarîya Stenbolê qezenc bike û CHP jî ji bo şaredarîya Stenbolê biparêze di nav rikeberîyeke tund de ne.

Şaredariya Stenbolê, ji budçeya 9 wezaret û 13 saziyên dewletê zêdetir e.

Şîrovekarên siyasî didin zanîn ku encamên hilbijartinên 31ê Adarê dê bandorê li ser atmosfera hilbijartinên sala 2028an bike.

DEM Partî û Kurd, li Stenbolê piştî AK Partî û CHPyê sêyemîn hêza herî mezin in.

Ji ber vê yekê jî di hilbijartinên şaredariyan de, rol û bandora Kurdan ji aliyê hemû partiyan ve girîng tê dîtin.

DEM Partiya ku di hilbijartinên 2019an de li Stenbolê namzed dernexistibû û piştgirî dabû namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu, vê carê namzedên xwe yên bo Şaredariya Stenbolê destnîşan kirin.

Li Stenbolê piraniya dengdêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin biryara partiya xwe.

AK Partî û CHP ji bo bi ser kevin lazim e denge Kurdan wergrin lê namzedên her du partiyan jî heta niha derbarê pirsa Kurd de tu sozek neanîne ziman.

“Bi vê hilbijartinê dê hilbijartinên sala 2028an jî bên diyarkirin”

Akademîsyen û siyasetmedar Ufak Uras ji Rûdawê re derbarê vê mijarê got:

“Ev bes hilbijartina Stenbolê nîne. Lewra bi vê hilbijartinê dê hilbijartinên sala 2028an bên diyarkirin.

ÎYÎ Partî jî di nav de hemû partiyan namzedên xwe derxistin. Wate ev hilbijartin wekî hilbijartinên 2019an nîne.”

HDPyê, di hilbijartinên şaredariyan de sala 2019an li Stenbolê namzed dernexistibû û hilbijartin bi namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu dabû qezenckirin.

Vê carê DEM Partiyê namzedên xwe yên bo Şaredariya Stenbolê destnîşan kirin.

Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî bûn namzedên hevserokatiya Şaredariya Stenbolê.

Piraniya dengdêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin biryara partiya xwe.

“Kurd li Stenbolê rola kilîd dilîzin”

Welatî Kadir Hosta got, “Kurd li Stenbolê rola kilîd dilîzin. Kurd dengê xwe bidin kîjan partiyê ew dê qezenc bikin.

Ji bo Kurdan kî bêje çi eynî ye. Lewra di dawiya dawî de ji Kurdan re dibêjin mafê we nîne.”

Welatiyê bi navê Azad jî diyar kir ku ji bo wan cudahiya namzedên CHP û AK Partiyê nîne û got:

“Stratejiya partiya me jî niha wiha ye, me her du alî jî girtine destê xwe. Her du alî jî tên cem me.”

HDPyê di hilbijartinên giştî ya 2018an de li Stenbolê derdora ji sedî 13 deng wergirtibûn û 12 parlamenteran qezenc kiribûn.  

Dem Partiyê di hilbijartinen 14ê Gulana 2023yan de, li Stenbolê ji sedî 8,16 deng wergirtibûn û 8 parlamenter qezenc kiribûn.

“Hinek dengên DEM Partiyê dê ji AK Partiyê re biçin”

Welatî Mihemed jî got, “Em dixwazin helbet partiya me biserkeve lê zehmet e. Dê dengê wê hinek ji AK Partiyê re biçe, wê dengê CHPyê perçe bibe.”

“Me destek da CHPyê ka me çi jê fêm kir?”

Welatî Mehmet Said jî wiha got:

“Cara din (2019) me destek da CHPyê ka me çi jê fêm kir? Vê carê em dê bidin partiya xwe. Hêviya me heye aştî çêbibe lê niha zehmet e.”

Piştî 5 salan DEM Partî vedigere ser xeta nameya dawî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û di navbera desthilat û mixalefetê de xwe wekî xeta sêyem dibîne.

Niha di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de, bi taybetî li bajarê Stenbolê, dengên Kurdan û DEM Partiyê dê bandorê li ser encamên hilbijartinan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst