HEDEPê ji Rûdawê re: 'Helwesta me dê ne wekî berê be'

13-11-2023
Omer Sonmez
kongreya HEDEPê ya Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
kongreya HEDEPê ya Stenbolê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HEDEP Kongre Stenbol Tayyîp Temel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina HEDEPê ya Stenbolê, duyemîn kongreya xwe ya awarte li navçeya Kuçukçekmeceyê li dar xist.

Bi hezaran kes beşdarî vê kongreyê bûn û slogana kongreye, “Ji bo serkeftinê dîsa HEDEP, dîsa Stenbol” bû.

Di kongreya HEDEPê ya Stenbolê de rêveberiya bajêr guherî û Murat Kalmaz û Gonca Yangoz wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.

Di rojeva kongreyê de xebatên ji bo hilbijartinên herêmî, tifaqa nav Kurdan û êrişên Tirkiyeyê yên li  Rojavayê Kurdistanê hebûn.

Piştî 5 mehan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî bi rê ve diçin û HEDEP li Tirkiye û Stenbolê sêyemîn partiya herî mezin e.

Ji bo ku helwesta HEDEPê encamên hilbijartinê diyar dike, ji niha ve di siyaseta navxweyî de dibe cihê nîqaş û gotegotan.

Piraniya beşdarên kongreyê, ji HEDEPê dixwazin ku ew bi namzedên xwe, bi awayekî serbixwe bikeve hilbijartinên herêmî.

“Stenbol bi nifûsa xwe ve bajarekî Kurdistanî ye”

Alîkarê Hevserokê HEDEPê Tayyîp Temel ji Rûdawê re axivî û got, "Helwesta me dê ne wekî hilbijartinên berê be."

Herwiha hevserokê nû yê HEDEPa Stenbolê jî da zanîn, ew dê li Stenbolê namzedên xwe derxin.

Alîkarê Hevserokê HEDEPê Tayyîp Temel got, “Stenbol bi nifûsa xwe ve bajarekî Kurdistanî ye. Di dema nû ya hilbijartinên herêmî de êdî wekî bere nabe.”

Parlamenterê berê yê HDPyê Halîl Aksoy jî got:

“Li Tirkiyeyê pirsa sereke pirsa Kurd e. Lazim e hemû siyaseta Kurdan jî ji bo çareseriyê hevkariyê bike.”

“Em dê polîtikayeke nû bimeşînin”

Hevserokê HEDEPê yê Stenbolê Murat Kalmaz da zanîn ku dê di demeke nêzîk de namzedên xwe diyar bike û pê de çû:

“Em dê êdî kongreyên xwe yên navçeyan bikin. Di demekê nêz de jî ji bo diyarkirina politikaya hilbijartinên herêmî ji bo Stenbolê emd ê civîn û şêwrên xwe li dar bixin.

Em dê namzedên xwe diyar bikin û em dê polîtikayeke nû bimeşînin.”

“Ji HEPê heta HEDEPê me serê xwe netewand”

Dayika Aştiyê Muhsine Seçalê jî ji bo tifaqa Kurdan bang kir û got:

“Wekî dayikek Kurd banga min ji kongreya HEDEPê ji bo Kurdan ew e ku tifaqa xwe saz bikin. Ji HEPê heta HEDEPê me serê xwe netewand, em dê ji vir û şûnde jî netewînin.”

Davut Karasuyê ku alîgirekî HEDEPê ye got, “Hêviya min ji Kurdan ew e ku dest bidin hev.”

HEDEP li Tirkiye û Stenbolê sêyemîn partiya herî mezin e.

Niha piştî 5 mehan li pêşiya HEDEPê ezmûna hilbijartinên herêmî heye.

Di siyaseta navxweyî de ji niha ve tê nîqaşkirin û meraqkirin, ka dê HEDEP namzedên xwe li Stenbol û bajarên Tirkiyeyê derxe yan dê dîsa piştgiriyê bide CHP û mixalefetê.

Piraniya beşdarên kongreyê ji HEDEPê dixwazin ku ew serbixwe bikeve hilbijartinên herêmî.

Sait Kizilkayayê ku endamê HEDEPê ye got, “Em dixwazin HEDEP namzedên xwe derxe.”

“Bila welatê me şên bikin”

Mulkinaz Marala ku alîgireke HEDEPê yê jî wiha axivî, “Gel û partî bila dest bidin hev û welatê me şên bikin.”

Alîgirê HEDEPê Suat Genç ji HEDEPê xwest ku girîngiyê bidin Kurdî û berdewam kir:

“Em dixwazin HEDEP bi Kurdî biaxive. Bila parlamenterên me bi Kurdî biaxivin. Bila girîngiyê bidin çand, ziman û hunera Kurdî.”

Li aliyê din, Hevseroka Giştî ya HEDEPê Tulay Hatîmogullari bi hinek parlamenter û rêvebiran tevlî kongreyê bû.

Herwiha nûner û berpirsên partiyên wekî CHP, EMEP, TÎP û DEVAyê jî beşdarî kongreyê bûn.

Zimanê kongreyê Kurdî û Tirkî bû. Kongre li ber stranên Kurdî, Tirkî, Lazî û Ermenikî bi govend û dîlanan bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst