Navê DEM Partiyê hat qebûlkirin

26-12-2023
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê HEDEP YSP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, navê kurt ê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) qebûl kir.

Partiya Çepên Kesk, 15ê Çiriya Pêşîna 2023yan di 4emîn Kongreya Asayî de navê partiyê kiribû Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê û kurteya wê jî kiribû HEDEP.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê bi hinceta ku navê HEDEPê dişibe kurteya navê Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) ku sala 1994an hatibû avakirin biryar dabû navê HEDEPê bê guhertin.

Rêveberiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê li ser biryara Dadgeha Bilind kom bû û roja 11ê Kanûna Pêşîna 2023yan biryar da navê kurt ê nû yê partiyê bibe “DEM Partî.”

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, navê kurt ê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê wekî “DEM Partî” qebûl kir û li ser malpera xwe jî bi wî awayî nivîsand.

Li aliyê din, Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, serlêdana jinûveavakirina Partiya Çepên Kesk a ku 24ê Çiriya Paşîna 2023yan hatibû kirin qebûl kir.

Bi avakirina Partiya Çepên Kesk re hejmara partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bû 141.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst