Hevserokê HEDEPê: Hûn dê berbijêrên xwe diyar bikin

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan HEDEP Colemêg Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê  HEDEPê Tuncer Bakirhan ragihand ku berbijêrên wan ên hilbijartinên xwecihî dê ji aliyê dengderên wan ve bên diyar kirin.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan doh di çarçoveya bernamaya partiya xwe ya “Civînên Gel” de li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bû.

Bakirhan li gel şandeyeke parlamenterên partiya xwe çû serdana esnaf û dikandarên Colemêrgê.

Hevserokê HEDEPê Bakirhan piştre li ber avahiya HEDEPê gotarek pêşkêş kir.

“Ji niha û pê ve jî hûn çi bibêjin em dê wê bikin”

Hevserokê HEDEPê ragihand ku dê berbijêrên wan ên şaredariyê ji bo hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an ji aliyê dengderên wan ve bên diyarkirin û got:

“Em her demekê ji gel dest pê dikin. Ji ber ku bi rastî jî gel her demekê ji me baştir dibîne.

Em ji ber ew xeletiyên ku me heta niha kirine jî rexneya xwe didin.

Ji niha û pê ve jî hûn çi bibêjin em dê wê bikin. Siberojê hilbijartin heye.

Hûn dê berbijêrên xwe diyar bikin û em tevlî we nabin.”

Tuncer Bakirhan di beşeke din a axaftina xwe de ameje bi wê yekê da ku ew dê pêşniyarên dengdêrên xwe yên derbarê hilbijartinên xwecihî de bi awayekî cidî gotûbêj bikin û li gorî wan pêşniyaran stratejiya xwe ya hilbijartinan diyar bikin.

“Fermo berbijêrên xwe diyar bikin”

Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû:

“We xwestiye û fermo berbijêrên xwe diyar bikin û li ser ser û ser çavên me. We ev yek ji me xwestibû.

Gelê me pêşniyar kir û got em li her cihê Tirkiyeyê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Em jî dê vê pêşniyara gelê xwe bi cidiyeteke mezin binirxînin û vê pêşniyara gelê xwe ligel encûmenên me yên pêwendîdar gotûbêj bikin.

Ligel van pêşniyaran em dê di rojên pêş de çawaniya stratejiya xwe ya hilbijartinê zelal bikin û di serî de ji we û gelên Tirkiyeyê re eşkere bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst