Sûriyê vîzeya Umît Ozdag betal kir

10-07-2023
RÛDAW
Nîşan Umît Ozdag Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê vîzeya Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku dihat çaverêkirin vê hefteyê biçûya Şamê betal kir.

Serokê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag di dawiya meha Hezîranê de ragihandibû ku ew dê de biçe Sûriyê.

Ozdag diyar kiribû ku ji bilî Şama paytexta Sûriyê ew dê li Laziqiyê, ku yek ji bajarên girîng ên Sûriyê ye, çend hevdîtinan pêk bîne.

Dihat çaverêkirin ku serdana Umît Ozdag di vê hefteyê de pêk bihata.

“Ketina wî ya Sûriyeyê hat betalkirin”

Lê belê Rojnameger Musa Özuğurlu danê êvarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ku rêveberiya Sûriyeyê destûr nedaye Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag bikeve Sûriyê.

Ozugurlu di parvekirina xwe de got “Vîzeya Umît Ozdag hat betalkirin. Rayedarên Sûriyeyê destûra ketina Sûriyeyê ya Umît Ozdag betal kir.”

Ozdag: Nikarim biçim

Ozdag der barê mijarê de ji Halktvyê re axivî û got "Ez nikarim biçim Sûriyeyê."

Berdevkê Partiya Serkeftinê Alî Şehîrlîoglû got, "Agahiyeke zelal di destê min de nîne. Heta niha min bi Serokê Giştî re hevdîtin nekiriye. Lê dibe ku pirsgirêkeke derbarê vîzeyê de be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst