Umît Ozdag serdana Sûriyê dike

20-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Umît Ozdag Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ragihand ku ew dê di meha Temûzê de ligel şandeke partiya xwe serdana Şam a paytexta Sûriyê û çend navçeyên din ên wî welatî bike û got ku ew dê bi vê serdana xwe nîşan bide ku rewş li wan deveran asayî bûye.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku partiya wî li ser bingehê nijadperestî û dijayetiya koçberên li Tirkiyê hatiye damezrandin, roja Sêşemê di bernameyeke Youtubê de ragihand ku ew dê serdana paytexta Sûriyê Şamê û çend navçeyên din ên li wî welatî bike û nîşan bide ku li wan navçeyan rewş asayî bûye.

Ozdag got: “Em 4 kes dê di heftiya dûyem a meha Temmûzê de serdana Şamê bikin. Em diçin  paytexta Sûriyê Şamê. Karên pêdivî hatine kirin. Me îro pasaportên xwe pêşkêş kirine. Em dê li Şamê gelê wê ji cihê wê bibînin. Em dê biçin Laziqiyê. Em dê nîşan bidin ku jiyan bo rewşa asayî vegeriyaye. Dê geşteke balkêş be.”

Serokê partiya Zaferê Umît Ozdag bi dijayetiya koçberên li Tirkiyê, bi taybet  dijayetiya koçberên Sûriye û Rojvayê  Kurdistanê tê nas kirin ku  li gor amarên hikumeta Tirkiyê hejmara wan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nêzîkî 3.7 milyon kes in. Ozdag berî hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê gotibû ew dê kompanyeyeke geştiyarî ya bi nave “Zafer Turîzm”  veke û bi rêya wê kompanyayê koçberên li Tirkiyê bişîne welatê wan. Umît Ozdag di gera dûyem a hilbijartinên Serokkomariyê de jî bi mercê şandina koçberên Sûrî û koçberên din ên li Tirkiyê bo welatê wan piştevaniya berbijlrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu kiribû ku tevî wê piştevaniyê jî di wan hilbijartinan de biserneket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst