Îsal 15 kes li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê hatine kuştin

05-06-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku ji destpêka sala 2023yan ve heta 31ê meha Gulanê hejmara kesên ku li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine Kuştin gihiştiye 15 kesan û 92 kes jî birîndar bûne.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê hejmara kesên li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê hatine kuştin belav kir.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ji destpêka 2023an heta 31ê meha Gulanê li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê 15 welatiyên Sûrî û Rojavayê Kurdisanê bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine Kurûtin û 92 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hejmara kesên Sûrî, hevdem ligel êrîşa Tirkiyê ya bi navê “Operasyona Mertala Ferat” li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ku ji 24ê Tebaxa 2016yan ve, bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, gihiştiye 558 kesên Sûrî. Di nav wan de 103 zarok û 67 jin hebûn.

Hejmara kesên ku bi dirêjiya wan salan, bi guleyên leşkerên Tirkiyê jî, li ser wî sînorî hatine birîndarkirin, gihiştiye 3 hezar û 29 kesan, ku hewl daye sînor derbas bikin û bigihêjin nav xaka Tirkiyê yan jî xelkên navçeyên sînorî bûn û ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve, hatine armanckirin.

Sala 2022yan jî, 46 koçbrên Sûrî bi heman awayî hatin kuştin. Di nav wan de 5 zarok û 2 jin hebûn. Herwiha 906 kes jî birîndar bûn, di nav wan de 36 zarok û 40 jin hebûn.

Dirêjiya sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê 911 kîlometre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst