Li Helebê bi hezaran xwendekarên navçeyên opozisyonê ezmûnan pêk tînin

09-06-2023
Loloxan
Navendeke xwendinê li bajarê Helebê yê Sûriyê.
Navendeke xwendinê li bajarê Helebê yê Sûriyê.
Nîşan Sûriye Heleb Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê bi hezaran xwendekarên wan navçeyên opozisyonê ku ji ber erdheja 6ê Sibatê zirar dîtibûn ezmûnên  qonaxa 9ê ya xwendina bingehîn pêk tînin.

Li nav polan, xwendekarên navçeyên erdhejê zanyarî û rênimayiyan werdigirin.

Cîgirê Rêveberê Fêrbûna Seretayî li Helebê, Ebdulcelîl Ebdulkerîm dibêje: “Bi armanca pabendbûna wezareta perwerdeyê daku hemû xwendekar fêrbûnê bidest bixin, Rêveberiya Perwerde û Fêrbûnê li Helebê 9 hezar û 600 xwendekar li navçeyên derveyî kontrolê yên parêzgehê tomar kirine, lewra niha li cihên mêvandariyê 7 hezar û 675 xwendekarên qonaxa bingehîn û navîn dimînin ku li ser 42 navendên ezmûnan li seranserê Helebê hatine dabeşkirin, di dema me pêwîstiyên vehewandin, xwarin û fêrkirinê ji wan re dabîn kirine.”

Parêzgarî, Rêveberiya Perwerdeyê, Rêveberiya Tendirustiyê, Heyva Sor û hemû aliyên peywedndîdar li Helebê asankarî û xizmetên pêwîst bê beramber bo wan xwendekaran berdest kirine.

Nûra Ellûş, xwendekarê qonaxa 9ê dibêje, “Min pola nehê di dibistana Qesir Ereb de xwendiye, sipas ji Xwedê re mamosteyan her tişt bo me dabîn kirine, mamoste zêde baş bûn, zêde xizmeta me kirin, xulên xwendinê bo me pêk anîn, bi taybetî xula bîrkarî, xwendina me zêde baş bû. Zêde zehmet e mirov dûrî kesûkarên xwe bikeve, lê em neçar in, ev jî daku em biser kevin, ji ber dawî serkeftin bo me ye.”

Sibeha roja 8ê Hezîranê ezmûnên qonaxa 9ê ya xwendina bingehîn bo sala xwendinê ya 2022-2023an bi beşdariya 321 hezar û 494 xwendekaran li nav 2 hezar û 718 navendên xwendinê li navçeyên hikûmetê destpê kirin, heta 25ê vê mehê berdewam dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst