'Em dê li Stenbolê parkên Ehmedê Xanî û Celadet Elî Bedirxan vekin'

02-03-2024
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Stenbol DEM Partî Kurdî Meral Daniş Beştaş
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - DEM Partiyê, deklarasyona xwe ya hilbijartinê ya Stenbolê bi bernameyekê eşkere kir.

Bername, bi sernav û dirûşma “Rêveberiyên Xweser, Bajarên Azad”, “Li Stenbolê dema DEMê ye” bi Kurdî û Tirkî hat sazkirin.

DEM Partî balê dikişîne ser pirrengî, pirdengî û pirçandiya bajarê Stenbolê.

DEM Partî, li Stenbolê piştî AK Partî û CHPyê sêyemîn partiya herî mezin e û dengên Kurdan li ser encaman diyarker e.

Di bernameyê de namzedên hevşaredariya 17 navçeyên Stenbolê jî hatin nasandin.

Namzeda Hevşaredariya Stenbolê Meral Daniş Beştaşê ji Rûdawê re da zanîn ku eger ew Şaredariya Stenbolê qezenc bikin ew dê zimanê Kurdî di hemû xizmetan de bi kar bînin.

“Li Esenyurtê Parka Ehmedê Xanî, li Kadikoyê jî Parka Celadet Elî Bedirxan”

Herwiha Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku ew dê li navçeya Esenyurtê Parka Ehmedê Xanî, li navçeya Kadikoyê jî Parka Celadet Elî Bedirxan vekin.

Meral Daniş Beştaşê got, “Em dê rêveberiyeke pirzimanî, pirnasnameyî û pirolî qebûl bikin.

Li vî bajarî hejmareke zêde ya Kurdan dijîn. Loma jî divê di hemû waran de zimanê Kurdî hebe.

Jixwe wê Tirkî hebe. Herwiha wê zimanên din jî cih bigirin. Em dibêjin li Stenbolê êdî dema jinan e.”

Di beyannameya DEM Partiyê ya Stenbolê de, ji bo pirsgirêkên wek erdhej, veguhastin, trafîk, hawirdor, daxwazên jin û ciwanan pêşniyaz û çareserî hatin rêzkirin.

Çareseriya Pirsa Kurd û bikaranîna zimanê Kurdî û zimanê kêmneteweyan gelek derketin pêş.

“Partiyên din li pey înşaat û rantê ne”

Şaredara berê ya Dêrika Mêrdînê Ayşe Karadagê wiha anî ziman, “Bernameya DEM Partiyê gelekî balkêş e.

Sernav û wehdên hatine kirin di bernameya partiyên din de cih nagire. Partiyên din li pey înşaat û rantê ne.”

Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Kagithaneyê Alaattin Tekru diyar kir, “Em ê ji kesî re nexebitin. Em ê ji xwe re bixebitin.”

Herwiha namzedên hevşaredariyê wehd kirin ku ew dê li navçeya Esenyurtê Parka Ehmedê Xanî, li navçeya Kadikoyê jî Parka Celadet Elî Bedirxan vekin.

“Li Stenbolê mala zimanê Kurdî vebe gelekî baş dibe”

Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Eyupsultanê Nedim Aydin anî ziman, “Li bajarekî wekî Stenbolê mala zimanê Kurdî vebe gelekî baş dibe. Ji ber ku zêdetir cih dan zimanê Kurdî ez pir kêfxweş bûm.”

Namzeda DEM Partiyê ji bo Hevşaredariya navçeya Arnavutkoyê Durdane Bulganê got, “Em li ser jinan pir disekinin.

Lewra li her cihê jinan tune dihesibînin lê em ji wan re dibêjin; Jin, jiyan, azadî.”

DEM Partî, li Stenbolê piştî AK Partî û CHPyê sêyemîn partiya herî mezin e û dengên Kurdan li ser encaman diyarker e.

Di bernameyê de namzedên hevşaredariya navçeyên Stenbolê jî hatin nasandin.

DEM Partî ji 39 navçeyên Stenbolê li 17 navçeyan namzed destnîşan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst