Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser xwenîşandanên li Tirkiyeyê got, “Em ji ber nearamiya li Tirkiyeyê dilgiran in.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser xwenîşandanên li dijî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu axivî.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pirsên rojnamegeran bersivandin û destnîşan kir ku ew rewşa dawî ya Tirkiyeyê dişopînin.
Marco Rubio got, "Em ji ber nearamiya li Tirkiyeyê dilgiran in û me dilgiraniya xwe gihandiye Tirkiyeyê."
Rubio amaje bi wê yekê da ku ew dixwazin li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bixebitin û ji ber vê yekê jî nearamiya wî welatî wan dilgiran dike.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio herî dawî 25ê Adarê li Amerîkayê civiyabûn.
Tê pêşbînîkirin ku di demeke nêzîk de Recep Tayyîp Erdogan biçe serdana Amerîkayê.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku 19ê Adara 2025an di operasyonekê de bi tohmeta “alîkariya rêxistina PKKyê” û gendeliyê hat desteserkirin.
Ekrem Îmamoglu 23yê Adarê ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin.
Îmamoglu piştre ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji kar hat dûrxistin.
Ji roja yekem a desteserkirina Îmamoglu ve xwenîşandan û nerazîbûnên CHPyiyan berdewan in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse