DEM Partî û CHPyê îdiaya protokolê red kir

26-03-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî CHP Protokol Meral Daniş Beştaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên DEM Partî û CHPyê protokola lihevkirinê ya li ser medyaya civakî hat parvekirin red kir.

Di demekê de ku ji hilbijartinên 31ê Adarê re tenê 4 roj mane protokoleke lihevkirinê ku ji 22 xalan pêk tê û qaşo berpirsên DEM Partî û CHPyê îmze kiriye li ser medyaya civakî hat belavkirin.

Di bin protokolê de îmzeyên berbijêra DEM Partiyê ya Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Murat Kalmaz û Gonca Yangoz û berbijêrê CHPyê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê CHPyê yê Stenbolê Ozgur Çelîk heye.

Protokol bi navê “Delîla hevkariya DEM Partî-CHPyê” hat belavkirin.

Berbijêra DEM Partiyê ya Stenbolê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku belgeya hatiye belavkirin sexte ye û di navbera wan û CHPyê de lihevkirinek nîne.

Beştaşê got, “Ev kaxez bi temamî derew e. Nizanibûne îmzeyan jî kopî bikin.

Divê demildest kesên ev sextekarî kirine bên eşkerekirin.”

Serokê Rêxistina CHPyê ya Stenbolê Ozgur Çelik jî got, “Dîsa dest bi sextekariyan kirine.

Dixwazin bi rêya kaxezeke ku bi kêm aqiliya xwe amade kirine bandorê li îradeya Stenbolê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst