Serokê HUDA PARê: Eger Kurd li Rojavayê yekgirtîbûna rewş wekî îro nedibû

22 demjimêr berê
Sîpan Rojhelatî
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu /Wêne: Rûdaw
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu /Wêne: Rûdaw
Nîşan Zekeriya Yapicioglu HUDA PAR DEM Partî Pêvajoya Aştiyê PKK Kurd Kurdî Abdullah Ocalan
A+ A-

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser yekîtiya Kurdan a Rojvayê Kurdistanê got, "Eger Kurd li Rojavayê yekgirtîbûna rewş wek îro nedibû."

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re didomîne.

Li ser hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re Yapicioglu got, " Eger DEM Partî daxwaz bike em dê bi wan re bicivin."

Her wiha derbarê guherîna destûrê û zimanê Kurdî de jî Serokê HUDA PARê Yapicioglu got, “Pêwîste destûra Tirkiyê bê guhertin û Kurdî bibe zimanê fermî.

Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu beşdarî bultena Rûdawê bû li ser "pêvajoya nû", pirsgirêka Kurdan, destûra nû ya Tirkiyeyê û hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bersiva pirsên Şehyan Tehsînê da.

Rûdaw: Li gorî agahiyên we, ev pêvajoya nû çawa bi Abdullah Ocalan re dest pê kir?

Zekeriya Yapicioglu: Wekîe tê zanîn, di 1ê Çiriya Pêşîn de dema Serokê MHPyê ji cihê xwe rabû û çû cem parlamenterên DEM Partiyê, destê wan girt û silav da wan. Piştî wê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan got divê DEM Partî qîmeta vî destê ku dirêjî wan bûye bizane. Sê hefteyan piştî wê, di 22yê Çiriya Pêşîn de dîsa Devlet Bahçelî di civîna grûpa xwe de axaftinek kir û got eger tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe, bila bê Parlamentoya Tirkiyeyê, li grûpa DEM Partiyê de axaftinê bike û PKK hilweşîne û ragihîne ku dev ji çekan berdaye.

Piştî vê pêvajoyekê dest pê kir, çûn û hatin çêbû. Di heman demê de hevserokên DEM Partiyê serdana Wezareta Dadê kirin û gotin em dixwazin herin Abdullah Ocalan bibînin. Demek derbas bû, destûr ji wan re derket lê ne ji bo hevserokên partiyê. Wekîî şanda berê careke din Sırrı Sureyya Onder, Ahmet Turk û Pervin Buldan çûn serdana Îmraliyê. Piştî wê jî pêvajoyekê dest pê kir lê ev pêvajo çi pêvajo ye, pêwîst e çawa be, her aliyek tiştekî dibêje. Hin alî dibêjin ev pêvajoyeke çareseriyê ye ku ji nû ve dest pê kiriye. Aliyê hikûmetê, AK Partî û MHPyê dibêjin pêvajo tune, gotûbêj tune, agirbes tune, divê di demeke herî kurt de PKK dev ji çekan berde.

Hem PKK û hem jî PYD, yanî hem li Tirkiyeyê û hem li Rojava û hem jî li her derê divê PKK dev ji çekan berde. Bi rastî li Îmraliyê çi hat axaftin, bi saetan li wê derê man lê heta îro tiştê ku ji medyayê yan jî bi rêya medyayê ji gel re hatiye gotin gelekî kurt e. Tenê ew heft xalên ku ragihandine, dibêjin pêvajoyekê dest pê kiriye. Abdullah Ocalan jî dixwaze ku hemû aliyên siyasî tevlî vê pêvajoyê bibin. Divê çareseriyeke were dîtin. Şert û mercên herêmê, bûyerên li Sûriyeyê, Xezzeyê û li Filistînê diqewimin vê yekê ferz dikin ku teqez divê çareseriyeke hebe. Lê çareseriyeke çawa dibe, mebest ji çareseriyê çi ye? Mebesta hikûmetê çi ye, mebesta Bahçelî çi ye hîn ne diyar e.

Rûdaw: We got DEM Partî bi wan xalan diçe cem aliyên siyasî. DEM Partiyê daxwaz kiriye ku bi we re bicive?

Zekeriya Yapicioglu: Na, heta vê saetê hîn daxwazeke wiha negihiştiye destê me, peyameke wiha negihaye me. Tên an nayên ne diyar e.

Rûdaw: Eger daxwaziyeke weha hebe bersive we çi dibe?

Zekeriya Yapicioglu: Eger hatin, teke me jî  pêşbîniyên  xe hene, fikarên me hene daxwazên me hene, em dê gotina xwe bêjin, em dê destpêkê guhdariya wan bikin. Gelo ka armanca serdana wan çi ye, bi çi sifetî tên, bi tenê peyamên Ebdulah Ocalan digihînin aliyên siyasî yan ew derbarê pêvajoyê de nerîn û bîrokeyên wan hene. Pêşbîniyên wan çî ne gelo ew çi dibêjin hêj nediyar e.  Dema hatin eger gotinên wan çi be li gorî wê em ê guhdarî bikin.

Tekez em jî li ser vê mijarê wate li ser çareserkirina kêşeya Kurd ji roja ku em ketine nava qada siyasetê, yanî roja ku me partiya xwe damezirandiye heta îro, tiştê ku em dibêjin hene. em dibêjin kêşeya Kurd hê berdewam e, çareşereyek jêre pêwîst e. Lê demek dirêj  wate ez dikarim bêjim, ev ji sala 2015an û vir de hem Serokomar Recep Tayyîb Erdogan hem jî berî wê wate serdema pêvajoya sala 2013 û 2015 de jî MHPyê digot keşeyeke bi vî navî nîne.  Lê em dibêjin pirsek heye, pêwîst e pêvajoyek baş bimeşe û ev pirs çareser bibe, ji bo çareserî çi erkê bikeve ser milê me em ê erkê xwe bicî bînin.

Em dibêjin pêwîst e ev mijar çareser bibe pêwîste du mijar hene ku ji hev bêne cudakirin. Du babet li pêşiya me hene, li pêşiya Tirkiyeyê hene, yek mijara PKKyê ye, çekên PKKyê ye, şerê ku PKK dike, yek jî kêşeya Kurd e. nabe yek bi ya din ve bê girêdan, yan bibe merc li pêşiya ya din û bibe asteng.

Em dibêjin eger PKK dest ji çekan berde an ne pêwîste Dewleta Tirkiyeyê, hikûmet  çareseriyekê ji vê mijarê re bibîne, pêwîste ev mijar çareser bibe, biratiya Kurd û Tirkan careke din bê avakirin û bê bihêzkirin. Em ji PKKyê  re jî dibêjin, eger ev mijar çareser bibe an ne pêwîste PKK dest ji çekan berde. lewre îro em gihane astekî weha ku çekên PKKyê  zerarê herî mezin dide miletê Kurd. Û li ber çareseriyê jî astengiya herî mezin îro çekên PKKyê ne. 

Rûdaw: Li ser pêşvajoya ku niha heye ti gotûbêj û danûstaneke we li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan an jî Serok MHP Devlet Bahçelî hebûye?

Zekeriya Yapicioglû: Gelek caran bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re, beriya 1ê Çiriya Pêşîn a îsalî, danûstandinê me çêbûn, dema ku Serokkomar birêz Erdogan digotu kêşeya Kurd nîne wê demê jî me serdana wî kir, me got kêşeya Kurd heye, pêwîste çareser bibe, me nerîna xwe jê re gotiye lê piştî 1ê Çiriya Pêşîn derbarê vê mijarê de ti gotûbêj di navbera me û Erdogan de çênebûye.

Rûdaw: Li gorî zanyariyên we armanc ji pêvajoya vê care çi ye?

Zekeriya Yapicioglû: Wekîî xuya dike, armanca hikûmet, ya Bahçelî,û ya dewletê, ev e ku PKK bê çek bike. Çek bêdeng bin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojava jî, li Kurdistana Sûriyê jî dibêjin pêwîste PYD jî dest ji çekan berde. Erê Kurd û Turk biratiyê di navbera xwe de bihêz bikin, belkî rêkeftineke nû di dîrokê de wekî 100 sal berê wekî çend sed sal berê wekî 900 sal berê, dîsa bratiyekî wisa em di nav xwe de ava bikin lê ji bo vê yekê dê çi gav bêneavêtin kes behsa wan nake, û dibêjin di rojevê de jî tişteke wesa nîne. Di rojevê de yek tişt heye dibêjin yan PKK wê çekên ku di destê wan de ye bitemêre (Bêdeng bikin) yan jî em ê wan kesan kesên ku çek di destê wan de ye bitemêrin (bêdeng bikin). 

Rûdaw: Bi nerîna te Ocalan dê banga çekdanînê bo PKK bike?

Zekeriya Yapicioglu: Eger bi tenê mijar destberdana çekan bê bazarkirin muxeteb Abdullah Ocalan e. Ocalan dê bangek wisa ji bo PKK bike an ne ne diyar e. Piştî ku bangeke weha le hevalbendên xwe kir, gelo wê hevalên wî yên li Qendîlê wê qebûl bikin an ne ew jî nediyare. Lê ez bawer dikim yan egerek heye ku gaziyeke bî wî rengî were kirin lê encam çi dibe em ê tev bi hev re bibînin. 

Rudaw: Li gor zanyarî û şîroveyên we Ebdula Ocalan wê biçe Parlementoya Tirkiyeyê?

Zekeriya Yapicioglu: Pêşbîniya min ev e ku ez ne bawer im. Wate yasayên ku îro hebe bo wê yekê ne guncawe ku Ebdula Ocalan ji girtîgehê derkeve û rasterast biçe parlementoyê. Ger tecrîda li ser rabe, eger ew cezayê ku maye bê efûkirin. Eger derkeve jî heta demeke dirêj bi ser re derbas nebe,li gorî yasayên îro ne pêkane,kesekî ku weha cezayên dirêj li ser hebe , piştî ku derket tevlî hilbijartinan bibe û  were têkeve parlamenê. Li gorî yasayên îro heya guhertinekî bingehîn çênebe rê li ber girtiye. 

Rûdaw: Wate hûn bawer dikin ku yasa bê guhertin û karek ji bo Ocalan bê kirin û rê li ber wî veke ku biçe nav parlamentoyê, ji ber ku destpêkê dema ku bang hat kirin, behsa vê yekê hat kirin ku Ocalan bê nava prlementoyê?

Zekeriya Yapicioglu:  Raste 22 cotmehê de bangewaziya Bahçelî bi wî awayî bû, eger heye ku di yasayna de guhertin çêbibe û Ebdula Oacalan bê berdan. Eger heye li cihekî wekîe hepsa  di malekê de be wate li dervey girtîgehê be wate di şert û mercên din de girtî be eger heye ew cezey ku li ser wî mae rakin. Eger azad be jî , ez bawer nakim ewqas rê li ber vebe ku wekîe parlementer bikeve parlementoyê. Lê lawaziyeke PKK û Ocaln û DEM Partiyê jî heye. Wate bo serbestberdana Ocalan jî bangewaziyeke weha derkeve, wate Ebdûla Ocalan ji PKKyê re bêje ku serdema çekan, serdema şerê çekdarî xebata çekdarî derbas biye, ji niha û pêde em ê xebateke siyasî em ê bidomînin, eger heye bangewaziyeke weha hebe.  li hember serbestberdana Oacalan de.

Rudaw: Hûn wekîî HUDA PAR piştevaniya vê pêvajoyê dikin?

Zekeriya Yapicioglu: Berî niha jî min got, em piştevaniya wî karî dikin ku PKK dest ji çekan berde. Çawa me got ku PKK îro bi xwe pirseke li pêşiya Kurdan e, zirarê herî mezin daye Kurdan. Em dibêjin pêwîste ku PKK dest ji çekan berde. Ev yek.

Ya duyem; Em dibêjin PKK dest ji çekanberde an ne pêwîste e kêşeya Kurd bê çareserkirin. Em dibêjin Kurd jî wekî Tirkan damezrînerên vê komarê ne, lê îro dewlet her wekî bi tenê dewleta Tirkan be tev digere. Kurd jî beşeke Kurdan jî xwe wekîe xwediyê vê dewletê nabînin.  em dibêjin pêwîste ew yek ji hole rabe,Kurd jî xwediyê vê axê ne, xwediyê wî welatî ne û damezrînerên vê dewletê ne, vê komarê ne, pêwîste wekîhevî hebe, mafê Turkan çi be, pêwîste yê Kurdan jî wesa be.  Pêwîste zimanê Kurdî jî di dewletê bê bikaranîn, perwerdehiya bi zimanê zikmakî tu astengî li ber tunebe, ji bo vê jî pêwîste mekezagon, destûra Tirkiye bê guhertin. 

Ji bo vê jî hin pêşniyazên me hene, hin teklîfên me jî hene. Ez bawer dikim, di dema li pêşiya me de, wate di meha yek û dude de,wê hin serdanên di navbera aliyên siyasî de ji bo guhertina destûrê çêbibin, wê demê jî em ê pêşniyaz û nerîna xwe diyar bikin, em ê hem ji aliyên siyasî re bêjin, hem jî em ê ji gelê xwe re bêjin.

Rudaw: Bi nerîna we çawa ev dewlet dibe dewleta Kurd û Turkan, ev dewleta k utu dibêjin çawa mafê Tirkan, divê mafê Kurdan jî be, dê çawa bê bicîkirin?

Zekeriya Yapicioglu: Eger xwestek hebe, niyeteke raste hebe û îradeyek di vê riyê de hebe, bi berfirehî em ê bi hemû aliyan re bi hukumetê re, bi aliyên siyasî re jî gotûbêjan bikin, ka guhertîn wê bi çi rengî binamadekariyên  me hene înşala em ê wan bi berfirehî bêjin, di serî de, di destpêka destûrê de jêrê dibin dîbace, yanî berê ku xal dest pê bikin , ev nivîsa destpêkê de zêdetirî 20 caran behsa Tirkan dike. Yanî ew dibêjin dema em dibêjin Tirk em behsa miletê Tirk dikin. Wateya miletê Tirk çî ye? Wateya wan kesan e ku hevwelatiyên komara Tirkiyê ne, em bi wî awayî bi nav dikin, ne ku bi nav kirineke etnîkî be. 

Lê bi rastî dema ku em wê metnê dixwînin mebest ji wê peyva Turk çî ye? em wekî etnîkî fam dikin gelek kesweha fêm dikin, em dibêjin pêwîste eger  navê grûpekî etnîkî yan qewmekî di makezgonê de derbas be, ew çê nabe. pêwîste navê ti qewmekî derbas nekin, yen jî eger derbas bû, di spêka destûrê de pêwîste bêjin ku ev komar 100 salan berî niha , gelên ku li ser vê axê bi hev re dijîn , wate Kurd û Turkan bi hev re tevî gelên din ev komar damezrandine. û hemûbi hev re xwediyê vê komarê ne, xwediyê wî welatî ne, wekî hev in. Ji bo zimanê Kurdî îro wekî mînal de destûra Tirkiyeyê de dibê ji bilî Tirkî, ti zimanek ji bo hemwelatiya wekîe zimanê zikmakî nikare bê fêr kirin. 

Pêwîste xalên bi vî şeklî di desûrê de cî negirin ew jê derkevin çawa ku Tirk damezrênerê vê komarê ne, xwediyê vî welatî ne, zimanê wan li dibistanan bi awayekî fermî bi tevahiya hemwelatiya, li zaroka tê fêrkirin, pêwîste ê Kurd jî dema ku daxwaz kirin zimanê wan jî di dibistan de bê fêrkirin, ne bi tenê zimanê Kurdî bê fêrkin, belkî ew dersên din jî wekîe fizîk û matematîk ew jî bi zimanê Kurdî fêrî zarokên me bikin. Wate ew astengiya li ber zimanê zikmakî ne bi tenê ji bo Kurdan çi gelê li ser vê axê dijîn, Ereb, Çerkez, Gurcî, Arnawût, çi hebin, divê her kes karibe bi zimanê xwe perwerdeyê werbigre.

Rûdaw: Wate yekem pêngav ji bo guhertina destûrê, guhertina dîbaceyê ye?

Zekeriya Yapicioglu: Belê, pêwîst e dîbacî jî bê guhertin, pêwîst e astengiya li pêşiya zimanê Kurdî jî rabe, pêwîste ew pênaseya hemwelatîbûnê, ku her kesî wekîî Tirk bi nav dike, Ew jî bê guhertin.

Rûdaw: We tiştek heye ku li şûna wê bê danîn? Tenê Tirkî jê derkeve an jî navê tevahiya pêkhateyan bê gotin?

Zekeriya Yapicioglu: Ne em dibêjin ne pêwîste ku navê pêkhateyekê têde were bicîkirin, em dibêjin li ser vê axê kî dijî hemî kes hemwelatî ne û li pêşiya yasayê wekî hev in, kes ji kesî ne zêde ye û ne kêm e. Îla eger hûn bêjin emê nawê hinek pêkhateyan di wir de binivîsînin, eger navê pêkhateya Turk bê nivîsandin, pêwîste ê Kurd jî bê nivîsandin. erê gelên din jî hebe pêkhateyên din jî hene 26 hene.

Rûdaw: Hûn wisa dibînin ku ev rêya baş e ji bo çareserkirina vê pirsê an jî we nerînên din jî hene, çawa kêşeya Kurdî tê çareserkirin?

Zekeriya Yapicioglu: Hin gav divê bên avêtin ku destûr bê guhrandin, divê hin yasa bêne guhertin.  Hinek gavên îdarî hene eger bên avêtin, guhertina destûrê jî ne pêwîst e, wekî çi? bo mînak bi yek biryara ku wezaret dikare bistîne, bo mînak hin dever hebûn ku navê wan hatiine guhertin. Ya hin kesatiyên wekîe  şêx se'îd şêx se'îdê palabî, ko wekî xayîn tê binavkirin, di nav miletê Kurd de xwedî rûmetekî mezin e. Sala 1925an de serhildanek çêbû piştî vê qyamê, şêx Seîd û hevalên wî li Diyarbekir hatin dar ve kirin. En dibêjin pêwîste lêborînê hemî ji malbata wî û hem jî ji gelê Kurd bê xwestin û îhtîbara wî bê vegerandin. 

Rast e sala 1938an, yasayek derketiye ew kesên ku di mehkemeyên îstîqlalê de, mehkûm bûne û hatine îdamkirin, ew hukim li ser wan rabuye, lê hê jî di wan pirtûkan de ku behsa dîroka Tirkiyeyê dike, behsa komara nû dike, pêwîste ew nivîsên ku di wan pirtûkan de derbaz de ew jî bêne guhartin. Wate ew peyvên ku Kurd pê dilgiranin dibê bêne derxistin.  wate gelek gav hene hêdî hêdî eger îrade hebe eger dirustî hebe gav bi gav ev mijar dikare çareser bibe. 

Rûdaw: Hûn beşek bûn ji hevpeymaniya Cumhur, eger ev pêvajoya ku niha heye bi başî birêve biçe, AKP û MHP û Dewlet Bahçelî çi plana wan heye bo çarseriya pirsa Kurd an jî dê hebe?

Zekerya Yapicioglu: Ne diyar e, berastî agahderêkî bi wî awayî di destê me de nîne, zanyarêkî bi wî awayî jî di destê me de nîne. Lê her dema ku em hevdu dibînin em dibêjin,wate ne îro, salek berê jî, dû sal bere jî, sê sal berê jî, ji 2015an  û vir de her çiqas ev mijar hatibe rojevê me gotiye, kêşeya Kurd hê berdewam e, hê çareser nebûye, pêwîste çareser bibe, dema ku behsa  mijarêrê jî tê kirin ka di kîjan aliyaa de pêwîst e gav bê avêtin, dema ku ji me dipirsin, em nerîna xwe dibêjin. baweriya me ev e, çend salan berî niha di hevdîtineke me û serokkomar birêz Erdogan de, dîsa nîqeşek weha çêbû, go kêşeya Kurd tune, me go heye û çarê ser nebûye.

Hate ser vê xalê û got erê ez qebûl dikim, birayên me yên Kurd hene pirsên wan hene, pirsgirêkên wan hene ez qebûl dikim, lê li min nexweşe ku ev wekî kêşeya Kurd, wekî meseleya Kurd yan wekî pirse Kurd bê binavkirin ez wê qebûl nakem, lê ez qebûl dikim, heneke pirsên brayên me yên Kurd hene  ew jî erkî me ye pêwîste em çareyekî jêre bibîn, em çarûseriyekî jêre bibîn.

Rûdaw: Hin deng hene li dijî vê pêvajotê, yek ÎYÎ Partiy û CHP jî heye ku têbînî hene, tevî ku îro bi şandeya DEM Partiyê re civiya lê ew piştevaniya vê pêvajoyê nake, ji ber wê yekê ye ku CHP bawerî bi mijarekê nîne bi navê çareseriay pirsgirêka Kurdan?

Zekeriya Yapicioglu: Ez bawer dikim, nêrîna CHPyê zelal nebûye, eger heye ew jî di navxwe de wê mijarê gotûbêj bikin û biryarekî bidin, ka wê le hemberî vê pêvajoyê bisekinin yan jî wê piştgirîyê bidin. Lê bi qasî ku tê xuyakirin nerîneke zelal li ba wan çênebûye û belkî henek fikarê wan hene derbarê vê pêvajoyê de ka  pêvajo bi kû de diçe nîyet çî ye. Bi rastî heta îro ev hevdîtinên ku çêbûne derheqê wan de ji medyayê re û hem jî ji gel re gelek kêm tişt hatine gotin. Hikûmet jî bi rastî tiştê ku dibêje û tiştê ku DEM Partî dibêje ne zaf nêzîkî ev in, ji ber wê jî hin kes hene ku bi guman in, hin kes hebe bi fikar in, evya jî normal e.

Rûdaw: Baş e min dixwest pirsekê jî derbarê Rojavayê Kurdistanê ji we bikim, "Komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, berdewam in di êrîşkirina ser Bendava Tişrîn û derdora Kobaniyê de. Li gorî we, divê ev êriş bên rawestandin?"

Zekeriya Yapicioglu: Bi rastî em dibêjin ew 13 sal in li Sûriyeyê şerekî navxweyî heye, belkî gelek dewletên dûr û nîzîk ê cîran û ê ku ji dûr ve hatine wek Amerîka, wek Rûsya, wek hinek dewletên Ewropayî jî tevlê vî şerî bûne, em dibêjin ev nêzîkî 14 sal in, ev Adara ku bê 14 sal diqede. Ev şer berdewam e, em dibêjin gelên Suriyeyê çi Kurd û çi Ereb û çi Tirkman û çi yên in, çi muslîm û xeyrî misilman çi Elewî û çi Şîe, hemûyan bi qasî xwe êş dîtine û xwîn rijiyaye.

Pêwîst e, gelên ku li Surîyeyê ne kî heye ki hev rûnin, bi hev re, bi dîyalog, bi awayekî sîyasî, her alî li ser maseyekî rûnên gotûbêjên bikin ka wê di paşerojê de li Sûriyeyê wê dewleteke çawa bê avakirin, heq û mafê kî çi yê ew bê bicîkirin û bi awayekî aştyane babetên xwe bi axaftin bi dîyalogê çareser bikin û destûreka nû bê danîn ku her kes xwe di nava wê destûrê dibimîne.

Lê berî ku ev rûniştin çêbe, berî ku destûr bê nivisandin, alîyên ku îro çek di destê wan de heye, li pey wê yekê digerin ka di meydanê de li ser erda Sûriyeyê em dikarin pozîsyoneke çawa bigirin ku destê xwe bihêz bikin. Lê pêwîstee hêza herî mezin, hêza wî kesî be ku xwedî heq e, Wate kî mafdar be ew bi hêz e, divê li ser axa Sûriyeyê wekhevî hebe. Heta çend sal berî, di serdema rejîma Basê de beşeke Kurdan ne xwedî nasname bûn jî wekî hevwelatî dihatin naskirin. Mafê wan ê milkdariyê nebû, mafê wan ê xwendinê nebû, ji gelek mafan bêpar bûn. 

Lê piştî ku şerê navxwe yê Sûrîyê dest pêkir,PYD, PKK, wan kurdên din wekî PDKû parçeyên din ên ENKS, êrişî ser wan kir, beşek ji wan ji Sûriyeyê derxistin, destdirêjî li ser wan kir.  Îro jî wate hem serdema ku êrişa DAIŞê li ser Kobaniyê daxwaza alîkariyê ji hemû Kurdan kir. Gotin, werin alîkarîya me bikin, DAIŞê bi ser Kobaniyê de girtiye, wê Kurdan qir bike, komkujîyek mezin wê çêbibe. Lê piştî ku Pêşmerge hat, alîkariya kurdên Kobanê kir, piştî ku Kobanî ji destê DAIŞê rizgar bû, careke din hat le ser rêya xwe ya berê. Vegeriya ser eslê xwe yê berê dîsa Kurdên din, ew kurdên ku jêre serî netewandin, hebûna wan jî qebûl nekir.

Piştî wê Kurdên Sûriyeyê, bi hev re bi her cureyê aliyên siyasî, bi hev re, li ser axa Rojava karibana rêveberiyekê ava bikirana, îro şert û mercên rojava bi wî awayê niha nedibû.  Lê PKK ,PYD got bila biçûk be lê ya min be û îro belkî zerarê wê dikişîne. Em dibêjin pêwîst e ew Kurdên ku ji wir koçbar bûne, çi hatine vê derê Tirkiye, çi hatine Kurdistan, Herêma Kurdistana Îraqê, Pêwîst e ew jî vegerin ser axa xwe. Ew pêkhateyên li Sûrîyeyê çi dibin, her kes bigihêje milkê xwe, axa xwe, gundê xwe, bigihîje mafê xwe û rejimeke bi wî awayî bê damezirandin.

Wê kî biryarê bide? Ne mafê me ye ku em biryarê li ser Sûriyeyê bidin, tenê eger ji destê me bê em dê alîkariya wan bikin û destê wan bigrin, lê dewletekî çawa bê avekin wê çawa xwa birêve bibin, dê ew yek biryara gelê Sûriyê be û ew dê sîstema xwe ava bikin. 

Rûdaw: Tirkiye divê çawa tevbigere li hemberî Rojavayê Kurdistanê?

Zekeriya Yapicioglu: Bi rastî ne bi tenê Turkye em dibêjin îro rejîma Beasê hilweşîya, lê gelên Sûrîyeyê bi tevahî di bin zulmê de bûn ew zilm qedîya, em ji bo vê spasdar in em dibêjin înşala zilmekî wiha carekî naye serê tu kesî. Ya rast rejîma Beasê li Îraq çawa zulim kir heman rejîm li sûryê jî bûyî zulim li hemû gelê Sûriyê dikir. Ew dewletên derdora Sûrîye ên ku cîranê Sûryan e, çi Tirkîye û çi Iraq û çi Urdin û en din, divê alîkariya gelê Sûriyê bikin.

Ne bi tenê, weke mînak bêjin Tirkiye ne tenê pişgîriya Tirkmenan bike yan hikûmeta Bexdayê ne bi tenê ppiştgîriya Ereban yan Hikûmeta Herêma Kurdistan ne bi tenê li Kurdan xwedî derkeve. Em tevde mirov in û wek hevin, pêwîst e her kes alîkarîya hemî mezlûman bike. Tirkiye jê eger destê beratîye û dosanîyê dirêjî temamên pêkhateyîn Sûryeyê bike, di demeke dirêj de wê di berjewendiya Tirkiyê de be.

Li navçeyî çi dewleteke ku tenê ji yek pêkhateyî, ji yek gel, ji yek netewe, yan ji yek ol, ji yek mezheb pêk hatibe nîne. Wate li wê derê çi hebin, li vî aliyê sînor jî hene, li binxetê çi hebe, li serxetê jî heye, pêwîste dewlet ji vê yekê ji bîr neke ku ew kesên li wê derê hene her çi neteweyek bin, ji çi baweriyekê bin, kesûkarên wan, mirovên wan, dostên wan û heta birayê wan, li vî aliyê sînor jî hene, pêwîst e tevahiya wan wek hev bibînin, destê biratîyê, destê dostanîyê, destê rehmet û şefqetêpdirêjî wan bikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst