Li Haymanayê qezaya trafîkê: 6 kes mirin, 3 jî birîndar in

28-03-2025
RÛDAW
Nîşan Haymana Enqere Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Haymanayê ya Enqereyê 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 6 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîleke ku nasnameyê şofêrê wê hîn ne diyar e, li kîlometreya 7an a rêya Haymana-Konyayê li otomobîleke din a ku ji hêla din dihat qelibî.

Di qezayê de 6 kesên di her du wesayîtan de bûn mirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên Haymana û Enqereyê.

Termên kesên ku di qezayê de mirin, piştî lêkolîna dozger sewqî morgê Nexweşxaneya Dewletê ya Haymanayê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst