Li parlamentoyê bersiv da yên ku Kurdî û Kurdistanê înkar dikin: ‘Quzilqurt’

22-02-2024
Nîşan Ceylan Akça Cupolo DEM Partî Kurdî Kurdistan Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupoloyê got, “Em ji yên ku dibêjin ‘Kurdî nîne’ û ‘Kurdî X e’ re bi Kurdî dibêjin quzilqurt.”

Li Parlamentoya Tirkiyeyê gelek caran rê li ber axaftina bi Kurdî tê girtin û axaftinên bi Kurdî di belgeyên parlamentoyê de wekî “X” (tiştekî ku nayê zanîn) derbas dibin.

Doh bi wesîleya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî parlamenterên DEM Partî û CHPyê xwest bi Kurdî biaxivin.

Wekîlê Serokê Parlamentoyê yê MHPyî Celal Adan, rê neda ku Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş bi Kurdî biaxive û mîkrofona wê girt.

Celal Adan bi heman awayî rê neda ku Parlamentera CHPyê ya Stenbolê Şukran Elçî jî bi Kurdî biaxive û mîkrofona wê jî girt.

Li Parlamentoya Tirkiyeyêne vê carê tenê Kurdî, Lazî jî hat qedexekirin.

Parlamenterê CHPyê yê Rîzeyê Tahsîn Ocakli jî xwest peyama xwe bi zimanê xwe (Lazî) bide.

Celal Adan got, "Bi Tirkî berdewam bike" û rê neda axaftina wî jî.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupoloyê di axaftina xwe ya li parlamentoyê de ev qedexe û sansur rexne kirin.

Ceylan Akça Cupoloyê, helwesta Celal Adan a qedexeker rexne kir ku rê neda parlamenter bi zimanê xwe biaxivin.

“Kujerên kirêgirtî yên di nav xwe de paqij bikin”

Ceylan Akça Cupoloyê bal kişand ser înkara Kurdî û Kurdistanê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê û pê de çû:

 “Ez pêşniyarî wan kesên êriş dikin ser heqîqeta me, zimanê Kurdî û rastiya Kurdistanê dikim ku destpêkê kujerên kirêgirtî yên di nav xwe de paqij bikin.

“Em dibêjin quzilqurt”

Herwiha em ji yên ku dibêjin ‘Kurdî nîne’ û ‘Kurdî X e’ û li dijî zimanê Kurdî şerh daniye ku nabe zimanê perwerdeyê û zimanê dayikê re dibêjin quzilqurt.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst