Li Rihayê qeza: 2 mirî, 25 birîndar

13-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro otomobîl û otobûsa rêwiyan li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn.

Di 66emîn kîlometreya Riha-Wêranşarê de otomobîlekê û otobûseke rêwiyan li hev qelibîn û otobûs wergeriya.

Li gorî zanyariyên destpêk, di encama bûyerê de ê 2 kesan canê xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên dewletê yên Wêranşar û Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst