Serok Barzanî: Hêvî dikim Ocalan di demeke nêzîk de azad bibe

Duh li 02:50
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Newroza Amedê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji Newroza Amedê re peyam şand û got, ”Hêvî dikim Abdullah Ocalan di demeke nêzîk de azad bibe,”

 Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê tê pîrozkirin û gel diherike qada Newrozê.

Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.

Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê ye, şahî li Parka Newrozê tê lidarxistin.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn û Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî tevlî Newroza Amedê bûn.

Serbest Lezgîn peyama Serok Barzanî xwend.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez hêvî dikim Abdullah Ocalan di demeke nêzîk de azad bibe

Newroza her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim.

Em piştgiriyê didin pêvajoya çarserî û aştiyê

Aştî yekane rêya rast a derbaskirina pirsgirêkan e 

Em hêvî dikin li Sûriyeyê dawî li êş û azarên Kurdan were"

"Ez hêvî dikim Birêz Ocalan di demeke nêzîk de azad bibe"

Peyama Serok Mesûd Barzanî ya ji bo Newroza Amedê wisa ye:

“Newroz bo gelê Kurdistanê, bihar, nûbûn û azadî ye

Newroz wateya jiyaneke nû û mizgîniya serkeftina ronahiyê li hemberî tarîtî û zilmê dide. Bi merasîma hatina cejna neteweyî ya Newrozê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê dikim.

Ez pîrozbahiya Newrozê li hemû zarokên gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê dikim. Ez pîrozbahiyê li hemû wan gelan dikim ku Newroz bûye beşek ji çand û kevneşopiya wan.

Li vir dixwazim bi germî pîrozbahiya Newrozê li koçberên Kurd û wan milyonan Kurdan bikim ku bi hesteke bilind û dûr ji axa niştiman Cejna Newrozê bilind digirin û bihayên Newrozê li hemû cîhanê belav dikin.

Ez ji wan re dibêjim ku hûn her dem di hizr û wijdana me de ne.

Şahî û cejnên we dirêjahiya şahî û cejnên me ne. Cihê şanaziyê ye ku em dibînin hûn di Newrozê de alaya azadiyê û rûmetê bilind dikin.

Ez gelekî kêfxweş im ku li bajarê Kolnê yê welatê Almanyayê ahengên Newrozê tên lidarxistin û hûn hestên xwe ji bo welatê xwe dubare dikin. Hûn deng û rengê gelê xwe ne û ez destxweşiyê li we dikim.

Di roja cejna neteweyî ya Newrozê de bi şanazî em tekeziyê li ser çanda pêkvejiyanê û peyama aştîxwaziyê ya gelê Kurdistanê dikin. Her ji vê nerînê ve em piştgirê pêvajoya çareseriyê û aştiyê ne li Tirkiyeyê.

Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de Birêz Abdullah Ocalan were azadkirin û em aştiyê wek rêya tenê ya rast û dirust ji bo çareserkirina pirsgirêkan dibînin.

Her di vê boneyê de em bi wê hêviyê ne ku dawî li êş û azarên Kurdan li Sûriyeyê were.

Kurd bi helwesteke hevpar û rêbazeke aştiyane li gel aliyên din ên Sûriyeyê bigihêjin encamekê ku di xizmeta hemû aliyan de be.

Ez hêvîdar im ku Newroza îsal bibe destpêkek ji bo aramî û xweşiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê û herêmê bi giştî.

Ew Newroz û hemû cejnên we di bextewerî û aştiyê de derbas bibin.

Ez hêvî dikim ku gelên herêmê bikaribin di bin siya aramî û îstîqrarê de, di atmosfereke aştiyane û birayane de bijîn.

Newroza we pîroz be, bijîn bi xêr û xweşî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst