Nêçîrvan Barzanî: Pêvajoya aştiyê derfet û gaveke dîrokî ye

Duh li 02:53
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Newroza Amedê Pêvajoya Çareseriyê Amed Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Newroza Amedê re nameyek şand û got, “Pêvajoya aştiyê derfet û gaveke dîrokî ye."

Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê tê pîrozkirin û gel diherike qada Newrozê.

Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.

Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê ye, şahî li Parka Newrozê tê lidarxistin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî tevlî Newroza Amedê bû û peyama Nêçîrvan Barzanî xwend.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got,”Pêvajoya aştiyê derfet û gaveke dîrokî ye, divê neyê windakirin û her kes ji bo biserxistina aştiyê bi dil û can bixebite.

Gelê Kurd bi aştiyê û pêşxistina çanda bihevrejiyanê, dikare baştir û bêtir dengê xwe bighîne û mafên xwe bidest bixe.

Aştî dikare navbera gel û milletan xweş bike, welatan ava bike û ji her kesî re aramiyê bîne.”

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Newroza Amedê wisa ye:

“Xuşk û birayên hêja,

Gelê xweştivî yê Amedê

Beşdarên bi rûmet yên şahiya Newrozê.

Ji dil û can cejna we ya Newrozê û sersala we ya nû pîroz dikim.

Newroz, ev cejna dîrokî ku nîşana vejîn, nûbûn, hêvî û umêdê ye, çandeke me ya hevpar e ku bi dirêjahiya hezaran salan, Kurdan û gelên vê herêmê bi hev re girê dide.

Hêvîdar im Newroza îsal bibe Newroza xêr û xweşî û serkeftinê ji bo we hemûyan.

Cejna me ya Newrozê, îsal di demekê de ye ku zemîne û hêviyek ji bo aştî û aramiyê çê bûye.

Ji bo vê yekê hewlên dewleta Tirkiyê, di serî de Birêz Serkkomar Recep Tayyip Erdogan û hemû hêz û aliyên ku keda wan ji bona aştiyê heye, her wiha hewlên Birêz Ocalan û her kesê ku piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, gelek bi rêz û pêzanîn dinirxînim.

“Divê her kes ji bo aştiyê bixebite”

Pêvajoya aştiyê derfet û gaveke dîrokî ye, divê neyê windakirin û her kes ji bo biserketina aştiyê bi dil û can bixebite.

Gelê Kurd bi aştiyê û bi pêşxistina çanda bihevrejiyanê, dikare baştir û bêtir dengê xwe bigihîne û mafên xwe bidest bixe.

Aştî dikare navbera gel û miletan xweş bike, welatan ava bike û ji her kesî re aramiyê bîne.

Em dîsa li Herêma Kurdistanê wekî her tim piştgiriya xwe ji bo aştiyê û biserketina vê pêvajoyê nîşan didin.

Ji bo ku aştî bi ser keve, çi bikeve ser milê me û çi ji me bê xwestin, em amade ne. Serkeftina aştiyê, serkeftina me hemûyan e.

Di vê roj û cejna pîroz de, dîsa ji dil û can we hemûyan silav dikim, cejn û sersala we pîroz û bi xêr be

Hêvîdar im Newroza îsal bibe Newroza aştî û aramiyê.

Hêviya cejn û şahiyeke xweş û bi kêf, ji we hemûyan re dixwazim. Hûn her hebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst