Li Rihayê otomobîl û mînîbus li hev qelibîn: 12 mamoste birîndar bûn

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza Mamoste
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û mînîbusa ku mamosteyên dibistanê tê de bûn li hev qelibîn, 12 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan îro li ser rêya Riha-Kaniya Xezalan minîbusek û  otomobîlek li hev qulibîn.

Di encama bûyerê de 12 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku ew rêwiyên di minîbusê de mamosteyên dibistanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst