Tuncer Bakirhan: Bahçelî dibêje bila PKK kongreyê bicivîne lê operasyon hene

Duh li 06:06
Rawîn Stêrk
Tuncer Bakirhan\ Wêne: Rûdaw
Tuncer Bakirhan\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Newroz Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Newroza Amedê ji Rûdawê re got,”Bahçelî dibêje bila PKK kongreyê bicivîne lê operasyon hene.”

Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê hat pîrozkirin û gel herikî qada Newrozê.

Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.

Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê ye, şahî li Parka Newrozê hat lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê li qada Newrozê ji nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk re axivî û got:

“Em bi rêya Rûdawê ji desthilatê re dibêjin, ‘Edî bes e, dema dema naskirina îradeya gelê Kurd e.’

Eger destilat û dewlet samîmî bin û gava biavêjin dê pêvajo berdewam bike, bila desthilat bersivê bide banga Ocalan.

Gelê Kurd li pişt banga Ocalan disekine û hêvîdar e. Gelê Kurd dixwaze êdî girtin kuştin hejarî tunebe.

Kurd dixwazin bila êdî girtîgeh tunebe. Banga Ocalan jî wisa ye, hûn li Newroza Amedê dibînin bi sed hezaran kes tevlî Newrozê bûn.

Desthilat divê êdî gavan biavêje, divê êdî desthilat ji bo demokrasiyê gavan biavêje.

Newroz bila bibe sedema aştiyeke birûmet.

Gel piştgiriyê dide peyama Ocalan, divê dewlet jî gumanan ji holê rake û gavan biavêje.

Gelê Kurd îro ji her çar parçeyên Kurdistanê li cem hevdû bû. Dema yekîtiya Kurdan xurt be tiştekî ku em çareser nekin nîne.

Êdî dema naskirina nasname û îradeya Kurdan e. Eger desthilat samîmî be û pêvajo dê berdewam bike.

Ev pêvajo bi daxuyaniyan nabe, divê desthilat gavan biavêje divê bingeha peyama Ocalan bike.

Bahçelî peyam da lê operasyon berdewam dike.  

“Milazgir ji bo me jî referanseke girîng e”

 Daxuyaniya Devlet Bahçelî ya li ser kongreya PKKyê û li Milazgirê girîng e. Milazgir di dîroka Kurd û Tirkan de xwedî cihekî girîng e.

Cara yekem e tîfaqa Kurdan û Tirkan li wir hatiye kirin. Ji bo me jî referanseke girîng e.

Em dibêjin, Kurdan derî ji we re vekirin tevî we şer kirin niha nasnameya Kurdan, zimanê Kurdan qebûl bikin êdî bi wan re şer nekin. “

Hevserokê DEM Partiyê li ser desteserkirina Ekrem Îmamoglu jî wiha got:

Li ku derê zilm û neheqî hebe, em li dijî wê ne. Helwesta me ya li dijî tayînkirina qeyûman li Wan û Mêrdînê çawa be, helwesta me ya li hemberî Stenbolê jî wisa ye.

Sindoq hatiye danîn, hilbijartin hatiye kirin û divê rêz li kesên ku hatine hilbijartin were girtin.

Em vê şermezar dikin. Em li ser aştiyê diaxivin, em li ser peyama Ocalan diaxivin lê kiryarên bi vî rengî zirarê didin pêvajoyê. Divê tiştên wiha çênebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst