Amed (Rûdaw) – Pîrozbahiya Newroza mezin a Amedê bi beşdariya 100 hezaran kesan hat lidarxistin.
Di Newroza îsal de şandeya ji Herêma Kurdistanê jî di nav de nêzîkî ji 20 welatan şande û mêvanên taybet beşdar bûn.
Dihat pêşbînîkirin ku peyameke nû ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan were xwendin lê peyameke nû nebû.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan amaje bi girîngiya pêvajoyê kir û bangî desthilatê kir ku piştî banga Ocalan erkê ku dikeve ser milê dewletê pêk bînin.
Ji bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi beşdariya 100 hezaran kesî li Amedê agirê Newrozê hat pêxistin û bi coşek mezin û bi govend û dîlanan Newroz hat pîrozkirin.
Tevî serlêdana DEM Partiyê jî ji ber hevdîtina Heyeta Îmraliyê berî Newrozê Abdullah Ocalan re pêk nehat, wekî dihat pêşbînîkirin ji Îmraliyê peyameke nû nehat xwendin.
Li cihên cuda yên qada Newrozê wêneyên Heyeta Îmraliyê yên li gel wêneyên Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di gotara xwe de anî ziman:
“We Newroza Amedê jî dît. Bi sed hezaran Kurd li pişt banga Ocalan disekinin.
Êdî bes e, êdî bes e, êdî dema demokrasiyê ye, dema naskirina ziman û îradeya Kurdan e.
Înşalah heke samîmî be desthilat jî divê gavên pêwîst bavêje û ev pêvajo dê dewam bike.
Em jî dixwazin ku ev pêvajo dewam bike.”
Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn bi yek dengî daxwaza çareseriya Pirsgirêka Kurdan û aştiyeke mayînde anîn ziman û li ber agirê Newrozê bi govend û dîlanan sala Kurdî ya 2725an pêşwazî kir.
Welatiyekê got:
“Ez ji Îzmîrê heta vir ji bo Newrozê hatime.
Newroz a me ye, kêfa me ye, şahiya me ye.
Heta dinya hebe em dê li pişt Newrozê bisekinin.
Newroza me ji hemû cejnan ferztir e.”
“Bila dayîk negirîn”
Welatiyeke din jî anî ziman:
“Em dibêjin ya Rebî hema bira tenê qetl û qûtl bisekine, ev tenê ji me re bes e.
Em wekî din tiştek naxwazin. Hema tenê bila dayîk negirîn, yên polîsan jî, yên eskeran jî, yên li serê çiyayan jî hîç ferq nake.
Hema bira tenê qetl û qûtl bisekjine em vê dixwazin.”
Welatiyekî da zanîn:
“Em bi hêvî ne ku sala 2025an ji bo gelê me bibe saleke azad.”
Welatiyekî li ser pêvajoyê got:
“Hema bira şer tune be, însan nemirin û tiştên pir xweş çêbibin.”
Welatiyekî jî li ser Newrozê anî ziman:
“Newroz bi xêr û silamet hat, Newroz pîroz be, pîroz be, pîroz be.”
Welatiyekî din jî got:
“Em ji bo aştiyê hatine Newrozê. Ev hêjariya Tirkiyeyê tev ji ber pirsgirêka Kurdan e.
Wextê ev aştî çêbe em ê jî rehet bin, Tirkiiye jî dê rehet be.
Milet tev dê rehet be.”
Welatiyekî bal kişand ser berdana girtiyan û anî ziman:
“Em dixwazin Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê derkeve.
Em ji bo wî hatine Newrozê.”
Newroza Amedê ku nêzîkî ji 20 welatan şandeyên taybet beşdar bûn ji aliyê 629 rojnamegerên biyanî û xwecihî ve hat şopandin.
Her wiha 10 hezar polîs jî li derdora qada Newrozê hatibûn bicihkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse