Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê got," Ez dixwazim Kek Mesûd hemû rêxistinên Kurdan wekî zarok û birayên xwe bibîne.”
Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê tê pîrozkirin û gel diherike qada Newrozê.
Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.
Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê ye, şahî li Parka Newrozê tê lidarxistin.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê li ser pêşhatên pêvajoyê ji Rûdawê re axivî.
Leyla Zanayê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî di pêvajoyê de roleke girîng listiye û wiha got:
“Baweriya min bi gelê me heye.
Dema Kurd ji hev aciz dibin ez ji tevan aciz dibim. Kurd îro nêzîkî hev in.
Birêz Nêçîrvan Barzanî gelek piştgirî daye vê pêvajoyê, ez jê re spas dikim.
Li hundir pirrengî û pirdengî, li derve yekrengî û yekdengî.
Gel yek e, reqabeteke rêxistinî heye. Îro ne roja reqabetê ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê tiştê zehmet li pey xwe hişt, rêyeke zehmet vekir. Rêya pîroz rêya aştiyê ye. Ez jê re dibêjim, 'Vê rêyê bi lezgînî veke.'
“Birêz Nêçîrvan Barzanî gelek piştgirî daye vê pêvajoyê, ez jê re spas dikim”
Daxwaza min ew e ku Kek Mesûd hemû rêxistinên Kurdan wekî zarok û birayên xwe bibîne, rola wî mezin e.
Wan cangoriyan xwe ji bo îro feda kir, em ji wan û dê û bavên wan re minetdar in.
Kurd tim aştîxwaz in, tenê xwe diparêzin. Dema tu hêkekê ji hêlîna çûkekî derxî ew dê jî bi pey te bikeve.
Medyaya Kurdî cara yekem zimanekî çêker bi kar tîne.
Em ji hemû bindestan re bûne hêvî.
Kurdistana mala me hemûyan e.Rûdaw ji banga Serok Apo û heta niha xeteke rast dimeşîne.
Di doza Kurdistanê şexs biçûk in, nav ne girîng in. A girîng doza Kurdistanê ye
Divê ên ku ji me xeyîdîbûn gavan biavêjin, dora wan e.
Ez Newroza Birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî pîroz dikim. Hêvî dikim careke din ew bi xwe werin.”
#VÎDEO - Leyla Zana li Newroza Amedê ji Rûdawê re axivî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2025
🎙️ Leyla Zana: Wan cangoriyan xwe ji bo îro feda kir, em ji wan û dê û bavên wan re minetdar in
🎙️Leyla Zana: Kurd tim aştîxwaz in, tenê xwe diparêzin. Dema tu hêkekê ji hêlîna çûkekî derxî ew dê jî bi pey te bikeve… pic.twitter.com/WbMpcpUiiC
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse