45 Photos
Bi pêşengiya DEM Partiyê pîrozbahiyên Newrozê yên bi dirûşma “Ji bo azadiyê civakeke demokratîk” fînala xwe li Amedê kir.
Li Amedê pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin hat lidarxistin.
Ji serê sibehê bi sed hezaran kesî berê xwe da Parka Newrozê û bi alayên Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Kesên ku qadên Newrozê tijî kir, ji aliyekî ve bi ahengên Kurdî govend gerand, ji aliyê din ve jî guh da peyamên ku ji platformê dihatin xwendin.
Îsal di Newrozê de peyamên Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hatin xwendin.
Gelek şandeyên herêmî û biyanî jî beşdarî pîrozbahiya Amedê bûn.