Li Siwêregê qeza: 4 birîndar

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Girê Sor Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, du otomobîl li hev qelibîn û 4 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku şofêrê wê Cuma Gumuştaş (43) bû, li cadeya Mewlana Celaleddîn Rûmiyê li otomobîla ku şofêrê wê Muhammed Kayaş bû qelibî.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Ji bilî her du şofêran Yasîn (69) û Hikmet Gumuştaş (55) jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst