Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê tekezî li wê yekê kir ku pêwîst e di demeke kurt de petrola Kurdistanê were hinardekirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêwendiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Michael Waltz daxuyaniyek belav kir.
Hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî û Michael Waltz bi telefonê axivîne.
Mesrûr Barzanî û Michael Waltz bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Amerîkayê re jî gotûbêj kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du alî di pêwîstiya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya “di demeke kurt de” hemfikr bûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku Mesrûr Barzanî û Michael Waltz li ser petrola Kurdistanê jî axivîne û anî ziman:
“Pêwîst e di demeke kurt de, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.”
Di beşeke din a pêwendiya telefonî de, pêşhat û guherînên bilez ên Rojhilata Navîn û girîngiya parastina aramiya herêmê hatin gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse