Salîha Aydenîz: Divê ji bo Tirkiyeyê destûreke nû were nivîsandin

Duh li 07:24
RÛDAW
Hêvîdar Zana û Salîha Aydenîz
Hêvîdar Zana û Salîha Aydenîz
Nîşan Salîha Aydenîz DEM Partî Newroz Amed Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê diyar kir ku avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û pêkanîna çareseriya Pirsgirêka Kurd tenê bi nivîsandina destûreke nû ya demokratîk dibe.

Salîha Aydenîzê got, "Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo çareseriya pirsgirêkên demokratîk ên li Tirkiyeyê, em bi destûra heyî nikarin van pirsgirêkan çareser bikin."

Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê tê pîrozkirin û gel diherike qada Newrozê.

Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.

Salîha Aydenîz li ser pêşhatên pêvajoya çareseriyê ji pêşkeşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê re axivî.

Parlamentera DEM Partiyê diyar kir ku şandeyek dê li rojan pêş de biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive.

Parlamentera DEM Partiyê got, "Li gorî salên berê, îsal beşdariya xelkê ya di pîrozbahiya Newrozê gelekî zêdetir bû, bi qasî ku cih ji xelkê re li qadê tunebe û coş û peroşeke pir mezin tê dîtin.

Bangawaziya Abdullah Ocalan a ji bo pêvajoya aştiyê, bandor li beşdariya berbiçav a xelkê kiriye.

Nêzîkî 100 sal in ku li Bakurê Kurdistanê Pirsgirêka Kurdan bi rêya demokrasiyê nehatiye çareserkirin lê îro dewleta Tirkiyeyê gavek avêtiye; ji ber vê jî em baweriya xwe bi pêvajoyê tînin û hêviyek mezin heye."

Salîha Aydenîzê da zanîn ku piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwestên erênî zêde dibin û pêvajoya çareseriyê diçe qonaxeke nû.

Parlamentera DEM Partiyê behsa hevdîtina Erdogan û Heyeta Îmraliyê jî kir û got:

"Heta niha dem nehatiye diyarkirin lê diyar e ku ev dîdar piştî cejnê dê pêk were.

Gava yekemîn azadkirina bi hezaran siyasetmedarên Kurd e ku di girtîgehên Tirkiyeyê de ne."

Salîha Aydenîz bawer dike ji bo pêşxistina zêdetir a pêvajoya çareseriyê, divê rê bê dayîn ku Abdullah Ocalan bi hêsanî li gel hemû aliyên siyasî bicive û hevdîtinên siyasî pêk bîne.

Doh Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser dema danîna çekên PKKyê wiha got:

"Pêşniyaz û pêşbîniya me ev e, roja yekşemê 4ê Gulana 2025an li bajarokê Milazgirê yê parêzgeha Mûşê bi alîkarî û piştgiriya Şaredarê DEM Partiyê (Feyat Asya), PKK kongreyê çêbike û dawî li nîqaşên xwe-hilweşandin û vê mijarê bîne."

"Em piştgiriyê didin nivîsandina destûrê"

Salîha Aydenîzê di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku  ew piştgiriyê didin nivîsandina destûrê ji ber ku ev destûr ne destûra hemû gelan e; ne destûra hemû zimanan e.

Aydenîzê da xuyakirin ku divê destûra nû bi awayekî were nivîsandin ku tê de bi zelalî mafên hemû gelên welêt bên garantîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst