KERKÛK - 6 kesên ji heman malbatê bi çekan hatin kuştin

Duh li 07:31
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê di êrişeke çekdarî de 6 kes hatin kuştin.

Polîsê Kerkûkê ragihand ku ji ber pirsgirêkeke civakî 6 kesên ji heman malbatê bi çekan hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya polîsê Kerkûkê ya ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, kuştî xelkê gundê Qeretepeyê yê nahiyeya Yayçiyê ya Kerkûkê ne, kujer reviyane û lêgerîna wan berdewam e.

Di êrişê de kesên Ebdulah Cîhad Esvedê ku sala 1985an ji dayîk bûye, Hemed Ebdulah Cîhadê sala 2003yan ji dayîk bûye û Cuma Ebdulah Mûsayê ku sala 1987an ji dayîk bûye mirine.

Nasnemaya kesên din heta niha nehatine diyarkirin.

Polîsê Kerkûkê da zanîn ku ew kesên ku êriş kiriye 6 kes bûne û piştî bûyerê reviyane.

Li gor zanyariyan, 5 kes di cih de mirine û 3 kes din jî birîndar bûne ku yek ji birîndaran ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê miriye.

Nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husamedîn da zanîn ku her du alî jî Ereb in û di navbera wan de pirsgirêkeke civakî hebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst