Kîjan partî li dijî endamtiya Swêdê ya NATOyê derdikeve?

29-10-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Swêd NATO Tirkiye HEDEP
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê protokola endamtiya Swêdê ya Natoyê şand parlamentoyê.

Piştî gotûbêjên li komisyonên pêwendîdar, biryar e di rojên pêş de protoloka endamtiya Swêdê ya NATOyê ji bo dengdanê were lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê.

Lê ji niha de beşek partiyên mixalefetê li dijî endamtiya Swêdê derdikevin û xwe ji bo dengê "Na" amade dikin.

“Armanca wan ew e protokola endamtiya Swêdê neyê pesendkirin”

Berdevk û parlementerê Saadetê Bîrol Aydin got “Di keşûhewayeke wisa de anîna vê protolokê ne karekî rast e.

Jixwe armanca wan jî ew e ku neyê pesendkirin.

Em wekî Partiya Saadetê di rewşeke wiha de nikarin dengê erê bidin.

Jixwe nivê dengên hejmara parlamenteran pêwîst e loma ez bawer nakim protokol were pesedendkirin.”

Helwesta partiya li ser endamtiya Swêdê

Di nav beraya mixalefetê de pêşbînî tê kirin ku Saadet, DEVA , Partiya Paşerojê dengê "Na" bidin.

Di nav Tifaqa Cumhur de jî HUDA-PAR û Ji Nû Ve Refah li dijî protokolê derdikevin.

MHP dê li gorî biryara AK Partiyê tevbigere. CHP û ÎYÎ Partî jî ku ji bo protolokola Fînlandayê dengê erê dabû dê ji bo Swêde jî dengê erê bidin.

Cîgirê Serokê Fraksiyona CHPyê Engin Altay wiha anî ziman:

“Birêz Namik Tan û şandeyeke akademisyenên me, li ser mijarê civînekê saz dikin.

Em dê bi berfirehî li ser mijarê biaxivin lê ez bawer nakim helwestên li dijî vê mijarê derkevin pêş.”

Tê pêşbînîkirin ku HEDEP û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê beşdarî dengdanê nebin.

Dema dengdana ji bo protokola endamtiya Swêdê ya NATO li Lijneya Giştî ya Parlementoya Tirkiyeyê hê jî nehatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst