Fuat Oktay: Swêdê hesabê bankê yê Heyva Sor a Kurdistanê girt

27-12-2023
Nîşan Swêd NATO Tirkiye Roja Aştiyê ya Cîhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê Fuat Oktay got, Swêdê hesabê bankê yê Heyva Sor a Kurdistanê girt.

Tirkiyeyê şeva borî endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kir.

Piştî vê yekê Serokê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyeyê Fuat Oktay daxuyaniyek da û îdia kir ku Swêdê hesabê bankê yê Heyva Sor a Kurdistanê girtiye.

Fuad Oktay da zanîn, ew gavên Swêdê yên li hemberî PKKyê bi dilxweşî pêşwazî dikin.

Oktay herwiha destnîşan kir ku heta niha gavên Swêdê yên li hemberî PKKyê “erênî” ne û berdewam kir:

“Swêdê herî dawiyê çalakiyên Heyva Sor a Kurdistanê rawestandin, ev jî gaveke erênî ye.

Hevdîtinên li Enqereyê yên dozgerê ku Swêdê ji bo hevkariya bi saziyên me re peywirdar kiriye jî baş in.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Burak Akçapar anî zimên ku Swêd di mijara sozên xwe de bi pêş dikeve û got, “Em bawer dikin piştî endambûna NATOyê dê ev pêşketin bidome.”

"Wext lazim e"

Burak Akçapar herwiha diyar kir, “Ji bo ku Swêd xwestekên Tirkiyeyê bi cih bîne dem lazim e.

Swêdê di mewzuatên xwe de hinek guherîn kirine ku beriya niha bi 5-6 salan kesî ew tişt xeyal nedikirin.”

Li gorî Akçapar, gavên Swêdê PKKyê aciz dikin û biryarên nû yên vî welatî xisarê didin çalakiyên wê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst