Serokwezîrê Swêdê piştî razîbûna Tirkiyê: Me gaveke mezin avêt, ji bo Swêdê rojeke xweş e

12-07-2023
Zinar Şîno
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg. Wêne: ANDREW CABALLERO-REYNOLDS / AFP
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg. Wêne: ANDREW CABALLERO-REYNOLDS / AFP
Nîşan Swêd NATO Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna yekalîker a sê alî ya Serokkomarê Tirkiyê, Serokwezîrê Swêdê û Sekreterê Giştî yê NATOyê li Vilniusa paytexta Litwanyayê hat kirin. Di civînê de Erdogan glopa kesk bo endambûna Swêdê ya NATOyê pêxist, bi vê yekê jî Swêd ji wê yekê nêzîk bûye ku bibe 32emîn endamê wê rêxistinê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg lûtkeya wê hevpeymaniya leşkerî ya li Lîtwanyayê weke lîtkeyeke dîrokî bi nav dike.

Jens Stoltenberg behsa mijara sereke ya lûtkeyê jî dike û dibêje: “Di destpêkê de, girîngtirîn peyam ew e ku ev lûtke bûye lûtkeyeke dîrokî berî ku destpê bike, ji ber niha endambûna Swêdê li ber dest e û Swêd dibe endamê tam ê hevpeymaniyê û ev jî karekî baş e hem ji bo Swêdê, hem ji bo Tirkiyê û hem jî ji bo hemû NATOyê baş e.”

Li derveyî Lûtkeya 37emîn a NATOyê, Tirkiye û Swêdê daxuyaniyeke heft xalî ya hevbeş belav kirin û tê de ragihandin ku beramberî biryara Enqerê, Swêd razî bûye bi ti awayekî piştevaniya YPGê neke û siyaseta xwe jî li beramberî PKKê tundtir bike.

Serokwezîrê Swêdê, Ulf Kristersson li ser wê yekê ragihand: “Divê ez bibêjim ku zêde kêfxweş im me her sêyan destê hev girt, Serokkomarê Tirkiyê, Sekreterê Giştî yê NATO û min, bi daxuyaniyeke hevbeş em pêngaveke mezin diavêjin ber bi pesendkirina fermî ya endambûna Swêdê ya di NATOyê de. Lewra rojeke xweş e bo Swêdê.”

Berî civîna yekalîker di navbera şanda bilind a Tirkiye û Swêdê de, Serokkomarê Tirkiyê ragihandibû ku mercê nû yê Tirkiyê ji bo ku Swêd bibe endamê NATOyê ew e ku divê deriyê Yekîtiya Ewropayê li ber Enqerê bê vekirin.

Amerîkayê pêşwazî li wî mecî kir, lê ragihand ku nabe ev yek bi pirsa endambûna Swêdê ya NATOyê bê girêdan.

Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî yê Koşka Sipî, Jack Sullivan li ser wê yekê wiha got: “Îro rojeke baş e, em bi moralekî bilind diçin vê lûtkeya girîng a NATOyê. Serok jî beyannameyek belav kir û pêşwazî li rêkeftina navbera Tirkiye û Swêdê û Sekreterê Giştî yê NATOyê kir, di nav de jî razîbûna Serok Erdogan bo pêbendbûna protokola endambûna Swêdê li NATOyê bo parlamentoyê û pesendkirina wê.”

Di daxuyaniya hevbeş a her du welatan de tê gotin ku Swêd û Tirkiyê li ser pêkanîna komîteyeke ewlehiyê ya hevbeş li ser asta wezaran lihev kirine û biryar e di civîna yekem a komîteyê de, Swêd nexşerêya xwe ji bo rûbirûbûna terorê pêkêşî Tirkiyê bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst