Qedexeyên gera duyem a hilbijartina serokkomariyê hatin ragihandin

27-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 YSK Qedexeyên Hilbijartinê Hilbijartinên Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiye (YSK) qedexeyên gera duyem a  hilbijartina serokkomariya Tirkiyê ragihandin û qedexe dê heta 28ê Gulanê demjimêr 24:00 berdewam be.

Li gor daxuyaniya Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiye qedexeya propagandeya gera duyem a hilbijartina serokkomariyê îro Şemiyê 27ê Gulanê demjimêr 18:00 destpê dike û dê heta sibe demjimêr 21:00 berdewam be.

Herwiha qedexeyên roja hilbijartinê jî 28ê Gulanê demjimêr 06:00 destpê dikin û dê heta nîvê şevê 24:00 bi dawî dibin.

Li gor YSKê:

1- 28ê Gulanê firotina vexwarinên bi alkol ji demjimêr 06:00 heta demjimêr 24:00 qedexe ye.

2- Roja hilbijartinê dê qahwexane, kafeyên înternetê û cihên giştî girtî bin û tenê li xwaringehan dê xwarin bê dayîn.

3- Dikarin dawetan piştî demjimêr 18:00an bikin.

4- Li cihên nîştecihbûnê ji derveyî hêzên emnî kes nikare çekê hilbigre.

5- Qedexeya propagandeyê 27ê Gulanê demjimêr 18:00 destpê dike û dê 24 demjimêran berdewam be. Roja hilbijartinê jî heta hemû sindoq neyên girtin divê propaganda, nûçe û weşan neyên kirin.

6- Roja hilbijartinê di navbera demjimêr 18:00 û 21:00an de tenê daxuyaniyên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) tên weşandin û belavkirin.

7- 28ê Gulanê piştî demjimêr 21:00 dê qedexeya weşanê bê rakirin û eger bixwaze YSK dikare vê yekê beriya wê demê jî rabigihîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst