YSKyê derbarê Kerboranê de biryar da: Daxwaza DEM Partiyê hat qebûlkirin

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Kerboran DEM Partî AK Partî YSK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ragihand ku dê li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê deng dubare nayên hejmartin.

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li Şaredariya Kerboranê DEM Partî bi ser ket.

Namzeda DEM Partiyê Asya Gezer ji sedî 49,06 û Namzedê AK Partiyê Mehmet Cuneyt Aksoy jî  ji serdî 43,60ê dengan bi dest xistibûn.

Li ser îtiraza AK Partiyê, Lijneya Hilbijartinan a Kerboranê biryar dabû ku dubare deng bên hejmartin.

Lê DEM Partiyê ev yek qebûl nekir û serî Lijneya Bilind a Hilbijartinan da.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan îro ragihand ku ew biryara dubare hejmartina dengan hatiye betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst