Serokê YSKê li ser rêjeya dengan daxuyanî da

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 YSK Ahmet Yener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand, heta niha %75,42 dengên li hundir û derveyî welat hatine hejmartin û li gor encaman Recep Tayyip Erdogan %53,41 dengan û Kemal Kiliçdaroglu %46,59 dengan bi dest xistine.

Ahmet Yener got: “Heta niha rêjeya sindoqên me yên ku li welêt hatine vekirin ji sedî 76,41, li derveyî welêt ji sedî 42,01 û rêjeya sindoqên me yên ku li Tirkiyeyê û li derveyî welêt hatine vekirin ji sedî 75,42 ye.”

Yener diyar kir ku hemû daneyên hilbijartinê yekser bi partiyên siyasî re tên parvekirin.

Serokê YSKê got: “Heta niha rêjeya dengên birêz Recep Tayyip Erdogan li welat ji sedî 53.35, rêjeya dengên birêz Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 46.65 e. Li derveyî welat rêjeya dengên birêz Recep Tayyip Erdogan ji sedî 60,75, rêjeya dengên birêz Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 39,25 e. Di tevahiya dengên giştî, derve û navxweyî de birêz Recep Tayyip Erdogan ji sedî 53,41 û birêz Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 46,59ê dengan wergirtine.”

Ahmet Yener tekez kir: “Em ji raya giştî re radigihînin ku li benda ragihandina encamên demkî yên Desteya Bilind a Hilbijartinê bin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst