Berdevkê CHPê: Erdogan destwerdanê di karên navxwe yên partiya me de dike

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan CHP Faîk Oztrak Recep Tayyîp Erdogan Kemal Kiliçdaroglu Destwerdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) Faîk Oztrak ragihand ku wan di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de gelek kar kiriye daku hilbijartinên giştî yên Tirkiyê qezenc bikin, lê encama ku wan dixwest bidestnexistine û got: “Tevî vê jî Serokê me yê giştî ji her du dengderên li welatê me dengek bi dest xist. 25 milyon û 504 hezar û 724 welatiyên me dengê xwe dan serokê me yê giştî Kemal Kiliçdaroglu.”

Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) Faîk Oztrak roja Înê 2ê Hezîrana 2023an derbarê encamên hilbijartina 14 û 28ê Gulanê û nexşerêya partiya xwe ya piştî hilbijartinê li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê saz kir.

Oztrak ragihand ku wan bi hemû berpirs, endam, rêveber û serokên giştî yên partiya xwe gelek kar kirine daku partiya wan bibe desthilat û berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bibe serokkomar, lê encama ku dixwestin bi dest nexistine.

Faîk Oztrak amaje bi wê yekê da tevî ku encamên hilbijartinên ne li gor dilê wan jî bûn, lê ji dû dengderên li Tirkiyê yekê dengê xwe dane berbijêrê wan û ev yek dê hikûmetê kontrol bike û got “25 milyon û 504 hezar û 724 welatiyên me dengê xwe dan serokê me yê giştî Kemal Kiliçdaroglu. Parastina vê piştevaniya welatiyên û zêdekirina wê, bikaranîna wê piştevaniyê di çavdêrîkirina hikumetê de dê hinekî bêberpirsyariyên hikumetê kontrol bike. Erdogan jî di vê zanebûnê de ye. Ji ber wê jî hewil dide vê piştevaniyê belav bike û destwerdanê di karên navxwe yên partiya me de dike. Vê jî eşkere dibêje, lê hêza wî têra vê yekê nake.”

Berdevkê CHPê behsa wê yekê jî kir ku desthilatê di serdema propaganedeya hilbijartinê de gelek vîdoeyên montajkirî û zimenkê reşkirinê li dijî wan bikaranîne û got “Lê me bi heman astê bersiva wan neda.”

Roja Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an bi serokatiya Kemal Kiliçdaroglu Civîna Encûmana Rêveberiya  Navendî a CHPê hat kirin û endamên Encûmena Rêveberiya navendî ya CHPê daxwaznameyên xwe yên destjikarkêşanê pêşkêşî Kiliçdaroglu kiribûn, Oztrak derbarê wê civînê de jî got “Di civîna Encûmena Rêveberiya Navendî ku duh hate kirin de, Endamên Encûmena Rêveberiya navendî li gor mercên partiyê, berî yekem civîna piştî hilbijartinê nameya destjikarkêşanê pêşkêşî serokê me yê giştî kirin. Serokê me yê giştî dê encûmena rêvebir a nû piştî civîna dawiya heftiyê ya Encûmena Partiyê diyar bike. Endamên  heyî yên Encûmena Rêveberiya  Navendî ji bo ku kêmasî di rêvebirinê de çênebin, heta ku endamên nû yên rêveberiya navendî  diyar dibin, dê li ser karê xwe berdewam bin. Herwiha me di civîna xwe ya duh de mijara kongreya asayî jî nirxand. Di vê çarçoveyê de biryara derbarê kongreyê de jî dê di civîna encûmena partiyê ya dawiya heftiyê de bê nirxandin û li gor van nirxandinan encûmena me ya nû ya rêveberiya navendî dê biryara xwe bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst