Ozgur Ozel bersiva peyama Erdogan da: Eşkere dibêje MHP rêya şaş e

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan CHP Ozgur Ozel Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel bersiva daxuyaniya Erdogan a 50+1ê da û got, “Eşkere dibêje MHP rêya şaş e û yekitiya bi wan re şaş bû.”

Serokê Giştî CHPyê Ozgur Ozel di civîna partiya xwe ya li Parlementoya Tirkiyeyê de axivî.

“Em dê biçin Filistînê”

Ozel bal kişand li ser şerê Îsraîl û Hemasê û got:

“Di eslê xwe de şer bi êrişên Hemasê yên li hemberî sivîlan re dest pê kir. Zerera herî mezin jî Hemasê da gelê Filistînê.

Îsraîla ku ev yek wekî derfetê dît, di bin navê tinekirina Hemasê de li Xezeyê komkojiyên mezin pêk anîn.

Ji wê rojê ve herî kêm 13 hezar û 300 Filistîniyan canê xwe ji dest da.

Ji bo alîkariya gelê Filistînê, agirbest û aşitiyê, me ji endamê Enternasyonalên Sosyalîst, partiyên demokrat ên sosyal û dewletan re name şandiye.

Xebatên me yên di vî warî de berdewam in. Hevalên me dixebitin, pêngavên dîplomatîk ên pêwîst hatine avêtin.

Rêveberiya herêmê ya CHPyê di derfeta yekem de dê ji bo alîkariyên mirovî xwe bigihîne Filistînê.”

Nîqaşên li ser “50+1”ê

Ozel bi van gotinan berdewam kir:

“Beriya 10ê Çiriya Paşîn a 2021an, 5ê Çiriya Pêşîn Serokkomar Erdogan gotibû, ‘50+1 ne hilbijartineke rasthatî ye. Pîvanek a bizanabûn û jêneger e.’

Ew kesên sosyal demokrat, çepgir û Kurdan layiq nabîne ku rêveberiya dewletê bikin, dê ji xwe re koalîsyonekê ava bike û dê bi vî rengî neçe.

Nabêje me kiriye, me pêşniyar kiriye. Ev nêzîkatiyeke ku nûnerên Elêwî, Kurd û kedkaran ji derve dihêle.

Beriya niha Erdogan bal kişand li ser 50+1ê û gotibû karên şaş tên kirin. Eşkere dibêje MHP rêya şaş e û dibêje yekitiya bi wan re xeta ye.

Her kes ma li bendê ka dê Devlet Bahçelî çi bibêje... Devlet Beg got, ‘Dibe ku kêmasî hebin lê tawîs nayê dayîn û kes nikare navbera me û ya Serokkomarê me xira bike.’

Wekî CHPyî em nikarin bi van tiştan re mijûl bibin. Birêz Erdogan em nizanin ka tu dê çi biguherînî.

Ka hûn dê pergalê biguherînin an hevalbendan biguherînin an ji mîna ku we piştî îxanet li rehmetî Erbakan kir hûn dê kirasê xwe bigûherînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst