Erdogan li Stenbolê dengê xwe da

28-05-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di gera duyemîn a Hilbijartina Serokkomariyê de li Stenbolê deng da.

Erdogan û hevjîna xwe Emîne Erdogan ji mala xwe ya li Kisikliyê ya Uskudar derketin û ji bo dengê xwe bidin çûn Dibistana Navîn a Saffet Çebî û li wê derê dengên xwe dan.

Recep Tayyîp Erdogan pişt dengdanê daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

"Bo cara yekem di dîroka demokrasiya nişteman de, em şahidê gera duyem ya hilbijartinan in. diyar e gera yekem di 14 Gulanê de birêve çû û îro 28 Gulanê gera duyem birêve diçe. Vê carê partiyên siyasî ne beşdar in û pisûleya yek metirî jî nîne û tenê du berbijêr hevrikiyê dikin. bi nerîna min proseya dengdanê bilez birêve diçe û di demeke kêm de wê bidawî bibe.

Ev cara yekem e di dîrola demokrasiya welatê me de em şahidê vê kelecana xelkê ne ji bo tomarkirina bilindtirîn asta rêjeya beşdarbûnê. bi nerîna  min li ti welatekî cîhanê rêjeya nêzîkî ji sedî 90 ya beşdarbûnê nehatiye tomarkirinb lê Tirkiya xebata demokrasî bi xweşiktrîn awa pêşanî hemû cîhanê da. Ez di wê baweriyê de me ku îro heman tişt dubare dikin. Ev hêvîdar im ku efv yhilbijartin bibe cihê xêrê bo gel û niştman, herwiha ez recayê ji welatiyan dikin ku berê xwe bidin sindoqên dengdanê".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst