Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re: Em ji bo alîkariya birîndarên Hemdaniyeyê amade ne

29-09-2023
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric Hemdaniye Alîkarî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Stephane Dujarric bi rêya Rûdawê da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya birîndarên Hemdaniyeyê amade ye.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, ji nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Sînan Tunçdemîr re got, “Vê karesatê ez gelekî xemgîn kirim.”

Stephane Dujarric da zanîn ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestiye.

“Neteweyên Yekbûyî amade ye”

Dujarric herwiha amaje pê kir, “Neteweyên Yekbûyî amade ye ku bi her awayî alîkariya birîndaran bike.”

Li aliyê din, Stephane Dujarric destnîşan kir ku ew ji bo netewe û baweriyên kêmane yên li Îraqê bifikar in û divê hikûmet van grûpan biparêze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst